Arjen Arî
Hrantê ku 15 ê rezbera 1954’an de li Meletî tê dinyayê hê 5 salî ye tevî malbata xwe koçî Stenbolê dibe. Di dibistanên Ermeniyên Protestan de ya seretayî, navendî û amadekariyê kuta dike û li heman bajarî Zankoya Îlmê Fenî beşa Zoolojî û Felsefeyê diqedîne.
Di vê navberê de bi hevsera xwe Rakelê re -ku ew jî tuxmê vê axê ye, jidayikbûna wê Silopî, Girgê Ma’hmo ye- dizewice, û ji bo ku cemaeta ermenî ji tevgerên wî yên siyasî xisarê nebîne, bi biryara dadgehê navê xwe yê Hirant diguherîne, dike Firat!
Hrant di salên 90’î de di rojnameya rojane ya bi navê Marmara de, bi navekî Remzî Çutak: Kemançe di derbarê pirtûkên ku li Tirkiyeyê li ser Dîroka Ermeniyan çapbûyî, nivîsên rexneyî diweşîne.
Rojnameya hefteyî Agos wekî rojnameyeke duzimanî; bi tirkî û ermenkî di avrêla 1996’an de dest bi weşanê dike û ev rojname wekî rojnameya ewil/yekemîn ya bi zimanê tirkî û ermenkî, dikeve nava dîroka weşana rojnamegeriya Tirkiyeyê.
Wateya Agos cihê ku gîsin vedike, cihê ku tuxm/tov dikeviyê, cihê ku bereket jê dipijiqe ye.
Rast e; ev ax bi adan e.
Di navbera du borên ku bêwastan diherikin û berê xwe didin behr û beriyên dûr de ev milk, ev ax, ev erdnîgarî ji qetebejahiyên li ser zemînê, parçeyê herî bi av, yê herî bi roj, yê herî bi adan e.
Wî milkî têra kê nedikir, ku li ser ew qas xwîn hat herikandin, ew qas êş û kul pê dan kişandin?
Vê axê, vî milkî bi qasî ku ji binevşê hez kir û gihand, bi qasî ku genim heband û kir ku libek di simbil de bibe bîst lib, sih lib û li ser sifreya me danî; ji pirdengiyê pirengiyê, ji mirovatiya bê hed û sînor jî hez kir; û negot ev kurd e, ev ermenî ye, ev asûrî ye; tev hembêz kirin!
Gelek hêjayiyên me ketin bin vê axa sar!
Em jê hatibûn…Em bi ku ve çûn, dîsa em lê vedigeriyan.
Hêlîna me bû, warê bav û kalên me; ji kalê kalê mê Ûtnapîştîm ve.
Hê doh, hê nû mirina bêbext yekî ji me ji ber pêsîrên jiyanê girt û me bi destê xwe ew sipart bêxtê wê yê bextêwar!
Îro em ên li vir civiyayî bi boneya yekemîn salvegera kuştina Hrantê Ermenî; lê ev çend kurd, ew qasî tirk…lê dawiya dawî mirov, li hev civiya ne.
Ez serê xwe bi siyanet li ber bîranîna wî û hemû mirovên ku li ser rêya azadiyê, wekheviyê û jiyaneke serefraz têkoşiyane û di vê rêyê bi êş û azar de canê xwe dane, diçimînim.
Evên ku serî neçimandin li ber zilmê, li ber mirinê dê her hebin li ser van axan!
Ji ber ku ev ax, mêr e, berxwedêr e, serhildêr e!
Bi silavên herî bi rêz û bi hez…
Şêva bîranîna Hirant Dînk/2008/Amed