Amed
2'yemîn Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a ku ji aliyê Gerînendetiya Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasa Amedê ve hatibû organîzekirin, bi lîstina maça fînalê bi dawî bû.
Ev cara diduyan e ev Tûrnûvaya Volebolê ya Jinan li dar dikeve. Armanc ew e ku bi rêya sporê jinan bîne cem hev û bi hêza yekîtiya sporê hevgirtina jinan xurt bike
Tûrnûva bi maça fînalê ya di navbera Peyas Jin û Komîna Spora Azad de bi dawî bû. Di maçê de Koma Spora Azad bi ser ket.
Di merasîma tûrnûvayê de Hevşaredar Cengîz Dundar, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Selman Çîçek û gelek hemwelatî amade bûn. Hevşaredar Dundar û beşdaran şampiyonên turnuvayê Komîna Spora Azad pîroz kirin û kûpa, madalya û diyarî pêşkêşî tîma serketîn û tîmên din ên beşdarî tûrnûvayê bûbûn, kir.



