Diyarname
Dîrokê xwe careke din dubare kir: Barcelonayê careke din di fînalê de Manchester United têk bir û bû Şampiyonê Şampiyonan.
Di fînala Lîga Şampiyonan de li Wembleyê tîma Katalan Barcelona û tima Îngilistanê Manchester United (MU) hatin hemberî hev.
Her du tîm di sala 2009'an de li Romayê careke din hatibûn hemberî hev û Barcelonayê dîsa MU têk bibirû.
"Mezinê Ewropayê ez im"
Vê carê maç li Wembleya Îngilistanê bû û MU'yê gelek dixwest kûpayê bibe mala xwe.
Maçê dîsa bi tora pasan a Barcelonayê dest pê kir. MU'yê carinan xwest vê tora pasan biqetîne lê nekarî û di deqîqeya 27'an de ji linga Pedro golek xwar. Lê MU zû hat ser hişê xwe û di deqîqeya 34'an de bi Rooney bersiv da. Nîveka yekemîn bi vê encamê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Barcelona zêdetir tora pasan saz kir Di deqîqeya 69'an de Messiyê navdar, yê bi serê xwe tîmek ji derveyî sehaya pêş kelehê bi şid li gogê da û Barça bi 2-1 derket pêş. Dema di dewîweya 69'an de David Villa golek din li ser navê Barcelonayê avêt êdî dinya alem dizanî wê ev kûpa here Katlonyayê.
Û maç bi 3-1'ê bi dawî bû, Barcelonayê cara diduyan MU têk bir û got: "Mezinê Ewropayê ez im".
Herî zêde Real Madrîdê kûpa qezenc kiriye
Reqîbê her demî yê Barcelonayê yê spanyolî Real Madrîd di Lîga Şampiyonan de heta niha hêrî zêde kûpa bi dest xistiye. R. Madrîdê 9 caran, Ac Milanê (Îtalya) 7 caran, Lîverpoolê (Îngilistan) 5 caran,
AFC Ajax (Hollanda), FC Bayern Munchen (Almanya) û Barcelona (Katalonya) 4 caran ev kûpa biriye mala xwe.
Piştî vê Internazionale Milano (Îtalya), Manchester United FC (Îngilistan) 3 caran, SL Benfica (Portekîz), Juventus (Îtalya), Nottingham Forest FC (Înilistan), FC Porto (Portekîz) 2 caran ev kûpa bi dest xistiye û van tîman jî carekê: Celtic FC (Skoçya), Hamburger SV (Almanya), FC Steaua Bucureşti (Roma), Olympique de Marseille (Fransa), Feyenoord (Hollanda), Aston Villa FC (Înilistan), PSV Eindhoven (Hollanda), FK Crvena zvezda (Sirbistan), Borussia Dortmund (Almanya).
Messi gihîşt Van Nisrelrooy
Di Lîga Şampiyonan de di warê qraliya kolavêjiyê de jî Barcelonayê gavek avêt. Lîstikvanê Barçayê Lionel Messi îsal 12 gol avêt. Heta niha di sala 2002/03'yan de Ruud Van Nistelrooy (Wê çaxê lîstikvanê MU'ye bû) 12 gol avêtibû û di dîroka Lîga Şampiyonan de qral bû. Messi îşev golek avêt û ew jî gihîşt 12 golan, bi vî awayî bû şikîrê textê qraliyê. Piştî van Alessandro Del Piero (Juventus, 1997/98) Ruud Van Nistelrooy (MU, 2001/02), Kaka (Ac Milan, 2006/07) bi 10 golan di rêza duyemîn de tên.
Messi ku îsal gihîşt Nistelrooy par di Lîga Şampiyonan de 8 gol, di sala 2009'an de jî 9 gol avêtibû.
Teknîk dîrektorê ciwan û rekorşikên
Di warê teknîk dîrektoran de jî Teknîk Dîrektorê Barcelonayê Pep Guardiola di 40 saliya xwe de bû du caran kûpaya Lîga Şampiyonan bi dest dixe û bû teknîk dîrektorê herî ciwan ku du caran kûpayê bi dest dixe.
Barcelona ku ev sê sal in ser hev de li Spanyayê dibe şampiyon, di Lîga Şampiyonan de jî de van 3 salên dawî de bû 2 caran kûpayê dibe mala xwe.
Ji bo temaşe golan bitikînin: