Amed
Zanîngeha Dîcle ya Amedê ji bo 150 xwendekaran di asta lîsansa bilinde de bê tes bigire, ji bo vê yekê ezmûn vekir lê pirsên ezmûnê yên bi kurdî hatin dizîn, loma ezmûn hate betalkirin.
Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dîcle Prof. Dr. Sabri Eyigun wisa got: "Hat îdîakirin ku pirsên kurmancî û kirmanckî hatin dizîn. Di lêkolîna ku me kir de meç dît ku hin pirsên kirmanckî hatine dizin. Dibe ku ev pirs ji kompîtura mamoste hatibin dizîn:"
Hat gotin ku pirsên bi kurmanckî û kirmanckî tevî bersivên wan berî ezmûnê şandine ser e-maila hinan.
Li zanîngehên Tirkiyeyê ev ne yekemîn car e pirs û bersiv têne dizîn, berê jî tiştinên wisa çêbûbû.