Diyarname
Tûrnûvaya fûtbolê ya Kûpaya Cîhanê îsal li Katarê li dar dikeve. Niha hakêmên ku di kûpayê de dê li firfirokê bidin hatin eşkere kirin. Yekem car jinên hakêm dê di Kûpaya Cîhanê de peywirê bigirin.
36, 69, 24 HAKÊM
Vê carê tûrnûva ne havînê lê payîz-zivistanê, di navbera 21’ê sermawezê û 18’ê berfanbara 2022’yan de li Katarê dê li dar bikeve. Niha hakêmên ku di tûrnûvayê de cih bigirin hatin eşkere kirin. Li gor daxuyaniya ku FIFA’yê belav kir 36 hakêmên nav sehayê, 69 alîkarên wan û 24 heb jî hakêmên ji bo VAR’ê dê kar bigirin ser milên xwe.
HAKÊMÊN JIN
Li gor navên hatine eşkere kirin diyar bû ku hakêmên jî di nav van de hene ku bi vê yekê jî diyar bû ku yekem car hakêmên jin di nav tûrnûvayê de bar digirin ser milên xwe.
3 hakêmên jin, hakêma ji Fransayê Stephanie Frappart, ji Rûandayê Salima Mukansanga û ji Japonyayê Yoshimi Yamashita wekî hakêmên nav sehayê hatine peywerdarkirin. Her wiha ji Brezîlyayê Neuza Back, ji Meksîkayê Karen Diaz Medina û ji DYA’yê Kathryn Nesbitt wekî hakêmên alîkar hatine eşkere kirin.
JI TIRKIYEYÊ KES NÎN E
Li Tirkiyeyê hakêmên bi kokarta FIFA’yê hene ku di serî de Cuneyt Çakir tê. Çakir di tûrnûvaya 2014 û 2018’an de hatibû peywirdarkirin lê di vê tûrnûvayê de ne ew, ne jî yek ji Tirkiyeyê heye. Demek berê hê Lîga Super berdewam dikir Çakir jî di nav de hin hakêm ji hakêmî hatibûn dûrxistin û li Tirkiyeyê ev yek bûbû sedema nîqaşê. Her çiqas paşê li Tirkiyeyê peywir dîsa dabûn Çakir jî, FIFA bi negirtina nav hakêman wekî bêje hûn nava xwe de hê ne li hev in, ez çawa we bidirim…