Stenbol
Prof. Dr. Buşra Ersanli ya ji girtîgehê bi rêya Hasip Kaplan peyam şand. Ersanli wisa got:
"Polîs bi saetan li mala min li dokumanên ku têde 'xweserî' û 'kurd' derbas dibe geriyan. Dema nedîtin xwestin li mala cîranên min jî bigerin. Parêzerên min nehiştin.
Ji min ne perwerdehiya 'cudaxwazî' ne jî 'rakirina gel a ji bo serhildanê' pirsîn. Pirsa 'Çima tu bûyî endama BDP'ê?' kirin. Min jî got; 'ji bo ku di pêşerojê de min ev wekî tekane hêvî û tekane asoya vekirî dît ez bûm'.
Dersên min li Akademiya Siyasetê dan pirsîn. Min li wir dersên çanda siyasî-pergala siyasî û partî dan. Ev mijarên perwerdehiyê jiXwe di pirtûka min a ku KA-DER'ê çap kiriye de hene. Min heman ders dan. 'Serhildanî, cudaxwazi' di ku derê van de heye?
Min ji parêzerên xwe re got ku der barê hemû weşanên ku li hemberî min têde buxtan, tehdîd û heqaret hene de dozê vekin.
Ez sipasiya hemû akademîsyenên ku piştgirî dane min dikim."
Hîndekara Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Buşra Ersanli endama Meclisa Partiyê ya BDP'ê ye û di heman demê de di nav Komîsyona Amadekariya Zagona Bingehîn a Nû de cih digirt. Ersanli tevî weşanger Ragip Zarokolu, nivîskar Mulazim Ozcan, Hasan Ozguneş û 40 kesên din, di pêla dawî ya "operasyona li dijî KCK'ê" de li Stenbolê hat binçavkirin û hat tewqîfkirin.
Ji Bîanetê hatiye girtin