Diyarname
Piştî êrîşa fuzeyan a li ser Hewlêrê îro Rêberê PDK’ê Mesûd Barzanî û rêberê şiiyên Iraqê Muqteda Sadr bi telefonê ligel hev axivîn.
Îro bi fuzeyan êrîşê Hewlêrê kiribûn. Supaya Pasdaran (bi gotineke din Mihafizên Îranê) ev êrîş girt ser xwe û îdîa kir ku ji ber baregeha Îsraîlê li wê derê hebûye loma êrîş kirine. Li ser vê yekê îro dor nîvro Mesûd Barzanîn bi telefonê têkilî ligel Muqteda Sadr saz kir. Li gor daxuyaniya ji baregeha Barzanî hatiye belavkirin di telefonê de her du aliyan li hev kiriye ku lêkolîn bikin ka li Hewlêrê baregeha Îsraîlê heye yan na.
Li aliyê din Sadr bi ser hesabê xwe yê tora civakî re peyamek belav kir û ev êrîş şermezar kir, diyar kir ku nabe Iraq bibe cihê êrîşan.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Nêçîrvan Barzanî: Armanckirina Hewlêrê binpêkirina eşkere ya ewlehiya serweriya Iraqê ye


