NAVENDA NÛÇEYAN
52 sazî, dezgeh û rêxistinên li Ewropayê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û namzetê wê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş. Ji xeynî nûnerên gelek saziyan, gelek nivîskar, hunermend, akademîsyen tevlî civîna daxuyaniyê bûn.
Li ser navê platformê Hevberdevkê HDK’ê yê Ewropayê Demîr Çelîk daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Em sazî, dezgeh û rêxstinên li vê derê, ji bo jiyana demokratîk, wekhev û azad pêk bînin em hatine ba hev. “
52 sazî û rêxistin hincetên ku piştgiriyê didin HDP’ê û namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş wiha eşkere kirin.
* Em li dijî îtifaqa faşîst û takesî bang li hemû gelê xwe dikin û li nava HDP’ê kom bibin û bi hev re qezenc bikin.
* Em li dijî polîtikayên şer, ji bo aştiya birûmet dibêjin HDP.
* Em li dijî dîktatoriya yek zilamî, dibêjin namzetê demokrasî, giştî û jiyana hevpar Rêzdar Selahatîn Demîrtaş û HDP.
*Em li dijî hemû tegihên netewperest, cîhatparêz û takekesî, ji bo azadiya hemû bawerî û nasnameyan dibêjin Rêzdar Selahattîn Demîrtaş û HDP.
* Em ji bo kesên bêhiqûq ku ji karên xwe hatine avêtin, ji bo hemû kesê jiyana bi edalet û adîl dibêjin Rêzdar Demîrtaş û HDP.
* Em li dijî hemû têgihên ku dibêjin yek ol, yek netew, ji bo azadiya hemû nasname û baweriyan dibêjin Rêzdar Demîrtaş û HDP.
* Em li dijî destdirêjiya li zarokan, li dijî jiyana zayendperestî ya takekesî li dijî şîdeta zilam-dewletê, ji bo jiyana hevpar a azad ya jinê dibêjin Rêzdar Selahattîn Demîrtaş û HDP.
* Em ji bo rawestandina zilma li ser gelê kurd û hesabpirsîna li Sûr, Cîzre, Şirnex, Nisêbin, Farqîn û li gelek bajarên din dibêjin HDP.
* Em ji bo pêşerojeke wekhev, demokratîk û azad dibêjin HDP.
* Em ji bo bi hev re bi ser bikevin û bi hev re qezenc bikin dibêjin HDP.
Navê sazi û rêxistinên piştgiriya Demîrtaş û HDP’ê dikin wiha ne;
1. KCDK-E (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropa)
2. AABK ( Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa)
3. TJK-E (Tevgera Jinên Kurd a Ewropa)
4. E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)
5. Komeleya Demokratîk a Ermeniyan ya Belçîka
6. HDK-A (Kongreya Demokratîk a Gelan ya Ewropa)
7. ATIK (Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê yên Ewropa)
8. BAF (Forma Aşitiyê ya Ewropa Ya Li Dijî Dîktartorî û Şer a Ewropa)
9. DÎDF / Federasyona Komeleya Karkerên Demokratîk
10. ADHK / Konfederasyona Gelên Demokratîk a Ewropa
11. AvEG-KON/ Konfederasyona Koçberên Êzidî yên Ewropa
12. Mala Gel a Ewropa
13. Ciwanên Azad û Jinên Ciwan
14. ADKH ( Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropa)
15. Enstituya Kurdî ya Brukselê
16. Kongreya Gelên Mezopotamyayê (Asur-Suryan)
17. KKP/ Partiya Komûnîst a Kurdistanê
18. Male Gelê Kurd Berlîn
19. Komeleya Sêwasiyên Bergischgladbache
20. Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V
21. Kurdisches Zentrum e.V
22. JINA NÛ
23. YDG / Ciwanên Demokratîk ên Nû
24. YJS / Yekîtiya Jinên Sosyalîst
25. FEDA / Federasyona Demokratîk a Elewiyan
26. CIK / Civaka Îslamiya Kurdistan
27. NAV-YEK / Komeleya Êzidiyên Ewropa
28. Meclîsa Êzidiyên Şengal Derveyî Welat
29. Yaşanacak Dunya
30. Partîzan
31. MDDK / Kongreya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê ya Asûriyan
32. ADEF ( Federasyona Yekîtiya Demorkatîk a Dersim ya Ewropa)
33. SYKP / Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalîst
34. FDG / (Federasyona Komelyên Dersim a Ewropa
35. Partiya Çepgir a Kesk ya Ewropa
36. Platfroma Sendîkayên KESK’ê yên Sirgunê de
37. Partiya Şoreşê ya Ewropa
38. FIDEF (Federasyona Komeleyên Karker a Elmanya Federal)
39. NOR-ZARTOK Ewropa (Komeleya Ermeniyan)
40. Platforma Deryaya Reş ên Ewropa
41. Înîsiyatifa Eniya Azadî û Ked ya Ewropa
42. YS / Young Struggle
43. Hewldana Mereşê ya Ewropa
44. Meclîsa Sirgunên Ewropa
45. Platforma Koçgiriyên Ewropa
46. Înisiyatîfa Kurçikên Ewropa
47. Ji Nûve Avakirina Dersimê
48. Platfroma Dengê Girtiyan
49. Eniya Kes Azadî -Enternasyonal
50. Komelya Li dijî Qirkirna Dersim 1938 V.
51. Komurenên Şoreşger
52. Zentrum Berlin
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo hilbijartina serokomarî 6 berendam çêbûn
- KADEM'ê ji bo 'berendamên jin' bang li partiyan kir
- Demirtaş: 'Dest, mil û dengê min ciwan û jin in
- Konseya Ewropayê: Hilbijartinê bi paş ve bixin
- Partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin diyar bûn
- Ji CHP'ê 15 mebûs derbasî Îyî Partî bûn
- Hejmara mebûsên bajarên kurdan diyar bû
- Kîjan partî dê çiqas pere ji xezîneyê bigire?
- DYA: Ev yek dê ne hilbijartineke adil be