Diyarname
Rêberê HTŞ'ê Ebû Mihemed El Colanî (Ahmed Şara) îro çû Erebistana Siûdî. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got ew vê payeya Colonî nas nakin, ew ne meşrû ye û gelen Sûriyeyê temsil nake.
'EV CIVÎN NE REWA YE'
Çend roj berê HTŞ'ê bi navê "Kongreya Serkeftinê" civînek li dar xistibû. Di vê civînê de Rêberê HTŞ'ê Colanî wekî Serokomarê Sûriyeyê hatibû ragihandin.
Li ser vê yekê îro Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku diviyabû biryar di kongreyeke nîştimanî ku tevahî pêkhate, taîfe, beşên Sûriyeyê, di nav de jin û ciwan, lê hazir bibûn bihatana dayîn. Em civînên bi vî rengî rexne dikin, nemaze ku kesayetên li lîsteya terorê de û destên wan di xwîna gelê Sûriyeyê de hene wekî Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs (Ebû Hatim Şeraq) yê terorîst qatilê Sekretera Gişrî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, lê hazir bû. Kesê bi navê Mihemed El Casim ê bi navê Ebû Emşe jî di civînê de hazir bû. Tê zanîn ku çete Ebû Emşe bi taybetî li Efrînê gelek sûc li dijî gelê Sûriyeyê kiriye. Em teqez dikin ku ev civîn ne rewa ye û hêviyên pêkhateyên Sûriyeyê îfade nake."
Di dawiya dawiyaniyê de rêveberî wisa got, "Em carek din banga parastina yekitiya Sûriye û serdestiya wê dikin. Em bang dikin ku divê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê di diyarkirina nîşaneyên siberoja Sûriyeyê ya li ser esasê demokrasî û nenavendîbûnê de werin beşdarkirin."
COLANÎ ÇÛ EREBISTANÊ
Li aliyê din îro Colani çû paytexta Siûdi Riyadê. Yekem car e Colani ji bo hevdîtinê diçe derveyî Sûriyeyê. Prens Mihemmed bin Selman pêşwazî li Colani kir.
Erebistana Siûdî li Rojhilata Navîn xwedî bandor e û li nav qada navneteweyî de jî tesîra wê heye. Ger Siûdî serokomariya Colanî erê bike û Yekîtiya Ereben jî qebûl bike, Neteweyên Yekbûyî jî dê qebûl bike


