Diyarname
CHP'ê ji bo diyarkirina berendamê xwe yê ji bo Serokomariya Tirkiyeyê îro li nav endamên xwe pêşhilbijartin çêkiribû, vê êvarê bi ser X'ê re ragihand, "Berendamê me yê Serokomariyê Ekrem Îmamoglu".
Bi rojan berê CHP'ê biryara pêşhilbijartinê dabû. Li hemû bajaran li nav rêxistinên xwe dê deng bida ji bo pêşberendamtî. Lê 4 roj berê ew berendamên wan Ekrem îmamoglu hat binçavkirin û îro jî hat girtin. Meraq ew bû v pêşbedendamtiya CHP'ê dê çi biba?
CHP'ê biryar da ku pêşberendamtî betal nakin, bi ser de jî biryar nû kir, "Endamên me dê li sindoqên din, yên dilxwazên din li sindoqên din dê deng bidin." Bi vî awayî dengdana ji bo pêşberendamtiyê ya CHP'ê li dar ket. Tenê navê Ekrem Îmamoglu hebû. CHP'ê vê evarê eşkere kir ku nêzî 15 milyon kesî ji bo Îmamoglu deng dane.
Piştî vê yekê vê êvarê jî CHP'ê bi ser hesabê xwe yê X'ê re berendamtiya Îmamoglu bi van gotinan ragihand, "Rêya me dirêj e, heyecana me mezin e, ciwaniya me heye! Em dest pê dikin."


