Diyarname
Lîstikvanê Galatasaray ê berê Hakan Şukur di TRT'ê de dê şirovekarî bike û 700 hezar YTL bigire.
Li gor nûçeya rojnameya Sabahê ku Ali Erdogan û Bulent Îpek weşandiye lîstikvanê berê Şukur ji bo TRT'eyê dibe şirovekar. Hakan Şukur dê bernameya bi navê "Stadyum" de şirovekariya sporê bike û salê 700 hezar YTL bigire.
Rayedarên TRT dibêjin ku ev pere ji bo reytînga ku Şukur dê bîne hindik e. Lê di Erdogan Arikan ku bernameya "Stadyum"ê pêşkêş dike mehê nêzî 3 hezar YTL meaşê digire. Omer Urundul ku ew jî di vê bernameyê de şirovekarî dike pere nagire, Mehmet Demirkol û Zekî Çol ku ew jî şirovekarî dikin meaşê wan gelek hindik e.
Û encam ev e: Li Tirkiyeyê dema mirovê te hebe pereyên te jî hene.


