Diyarname
Li Qosera Mêrdînê li ser navê Aydin Erdem pirtûkxaneyeke hatiye vekirin. Ev pirtûkxane li benda pirtûkên we ye.
Aydin Erdem xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê bû. Ew par di bûyerên li Amedê de bi guleyê polîsan hat kuştin. Li ser navê wî li Qoserê pirtûkxaneyeke hatiye vekirin. Pirtûkxane li benda alîkariyê ye.
Kesên bixwazin dikarin pirtûkên xwe bişînin pirtûkxaneyê.
Her wiha li Stenbolê jî Klûba Mafên Zarokan a Zanîngeha Marmarayê ji bo berhevkirina pirtûkan kampanyayeke daye dest pê kirin. Heta dawiya meha pêşiya me (meha pûşperê) ewê pirtûkan berhev bikin û çi pirtûk hatibin berhevkirin ewê ji pirtûkxaneyê re bişînin.
Kesên bixwazin dikarin bi zanîngehê re jî bikevin têkiliyê