Diyarname
Tabloyê ku atûna kevir nîşan dide piştî lêkolînan hat gotin ku ev tabloyê wênesazê mezin Van Gogh e.
Ji sala 1993'yan ve li ser vî tabloyî lêkolîn dihat kirin ku ka yê wî ye yan na. Di encamê de pisporan biryar da ku tabloyê wênesazê hollandi Vincent van Gogh e.
Li gor nûçeya BBC tablo li bajarê Laren ê Hollandayê li Muzeya Singer hat nasandin. Gogh di sala 1886'an de li bajarê Anvers (Antwetpen) ê Belçkîyê ku demek li wir perwerdehî dîtiye çêkiriye. Kesek bi navê Georgina Vermeer di sala 1917'an de ev tablo hatibû kirîn lê winda bû. Piştî ew dimirinê neviyê Vermeer tabloyê dibîne.
Ji sala 1970'ê heta niha 9 xêz û 7 tabloyên Gogh hatin kifşkirin.
Tabloyê ku hat kifşkirin ji aliyê malbata Vermeer ve hat firotin û mîlyarderekî bi navê John Fentener ew kirî. Fentener ew dewrî Weqfa Hunerê ya Vlissingen kir.
Tabloyê ku nû hatiye dîtin li Muzeya Singer ya li Larenê dê heta 6'ê gulanê ji bo temaşekirina mêvanan daliqandî bimîne.