logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Li ser xeta rasteqînî û heqîqetî 3 sal

Ajansa Mezopotamyayê (MA) sê sal berê dest bi weşanê kir û 20’ê mehê salvegera wê ye. Ajansê heta niha bi dehan nûçeyên

  • Dîrok: 18/09/2020
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Ajansa Mezopotamyayê (MA) sê sal berê dest bi weşanê kir û 20’ê mehê salvegera wê ye. Ajansê heta niha bi dehan nûçeyên girîng ku bûn rojev weşandin. Di salvegera ajansê de me bi yek ji edîtorên ajansê Bîlal Guldem re xeber da.

Em pêşî dixwazinn ew ji bo me qala rewşa vekirina ajansê bike, ew dibêje, “Ajansa Mezopotamya di pêvajoyek Rewşa Awarte (OHAL) de hat vekirin. Wekî ku tu zanîn pêvajoya piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê qewimî û pişt re OHAL hat ragihandin, bandorek neyînî li ser sazî û dezgehên medyaya kurdî kir û gelek rojname, ajans, televîzyon û radyo û malper hatin girtin. MA ji bo ku rastî veşartî nemînin û di wê pêvajoya OHAL’ê de rûdanên neyînî li ser gelê kurd û dostên wan diqewimin di tariyê de nemînin hat vekirin. MA di rojek wisa ku ji bo dîroka çapemeniya kurdî girîng bû, di roja qetilkirina zana, nivîskar û rojnamevanê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) de vekir." 

Guldem qala mîrateya kevneşopiya medyaya kurdî dike ku heta salên 90’î jî diçe, dûre qala kevneşopiya Celadet Alî Bedirxan, Apê Mûsa û cangoriyên azad dike û diyar dike ku MA’yê pênûsa wan cangoriyan hildaye û wê hibrê li ser rûpelên rastiyê neqiş dike. 

AJANS DENGÊ HER KESÎ YE

MA’yê xeta weşana xwe li ser Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn û gelek deverên dinyayê didomîne, dike ku bibe dengê hemû netewan, baweriyan, çandan, bindestan, karkeran, jinan, ciwanan û her kesê ku bi zordestiyê û tunebûnê re rû bi rû dimînin. Li ser vê Guldem dibêje, “MA dengê beşên civakê gişt radigihîne, ferq û meylê naxe navbera tu kesî û aliyan” û van lê zêde dike: “Xetek rasteqîn û heqîqetî diweşîne. Bi kurdî, tirkî, îngîlîzî weşanê dike. Ew rêz ji bawerî, çand û zimanan re nîşan dide. Ew li her deverê dijminatî, neheqî, bindestî, êrîş, mudaxile, tundî, talankirin û her cûre tiştên neyînî bi serê civakê de diqewime eşkere dike. Bêyî ku xwe bispêre polîtîka û siyasetên serdest û nêzî îqtîdaran hewl dide bibe dengê civakan. Bi kurtasî li kîjan deverê bêmafî, bêhiqûq, bêedaletî û zordestî hebe xwe digihîne wir û radigihîne.”

Guldem bibîr dixe ku MA her cueyên nûçeyan derdixe pêş, her tim dengê wan kesan û aliyan û civakan e ku deng û qîrîn, daxwaz, awaz û hawara wan nayê bihîstin û wisa didomîne: “MA dixwaze xwe bigihîne wan dever û tiştên nehatine bihîstin û dîtin û weşandin derxe pêş. Dixwaze çand, bawerî, ziman û polîtîkaya mafê nasnameya wan nayê nasîn derxe pêş û hêjayî gotinêye ji zarokan bigire heta kal û pîran bibe û heta mafê sewalan û xwezayê kêlî bi kêlî ragihîne û derxe pêş.”

21 CARAN LÎNK HAT QEDEXEKIRIN

Erê MA’yê sê sal li dû xwe hiştin lê wisa ne tiştek hêsan bû. Gelek caran nûçegîhanên wan hatin birçavkirin, hatin girtin, lêpirsîn û doz der barê wan de hatin vekirin. Li ser van jî Guldem van agahiyan dide me: “Di nava sê salan de heta niha 21 caran lînka malpera me ji aliyê Saziya Ragihandin û Agahiyên Teknolojiyan (BTK) ve hatiye girtin. Her wiha di nava van sê salan de ji etîdorên wê bigire heta nûçegihan û stajiyerên wê derbarê wan de bi dehan lêpirsîn û doz hatine destpêkirin û vekirin. Gelek ji van dozan jî hêj didomin. Tevî ku ew qas astengî li pêşiya MA’yê û xebatkarên wê heye bênavber û bêwestan rojane agahî û geşedanên germ ji xwîner, abone û gel re radigihîne. Di vê heyama sê salên dawî de gelek bûyerên girîng ku li nava raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyê deng vedan weşand. Ji van bûyeran wekî mînak; ew dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re ragihandin, veşartina bi dehan cenazeyan li bin peyarêya Goristana Kîlyosê, êrîşa nijadperest a li Sakarya ya li dijî karkerên kurd, eşkerekirina nelirêtî û polîtîkayên qeyûman, zextên li ser zimanê kurdî, destdirêjî û tundiya li ser jinan û gelek bûyerên din ên girîng.”

HER DÊ TIŞTÊN NEBIHÎSTÎ BIDE BIHÎSTIN

Ajansa ku ji bo gelek beşên çapemenî, ji bo malper, radyo û televîzyonan wekî çavkaniyek sereke ye ji niha û pêde jî dê xebatên xwe wisa bidomîne. Li ser pêşeroja ajansê jî Bilal Guldem van gotinan tîne ziman: “ Ji bo pêşerojê jî wê li ser heman felsfeya kevnşopiya medya kurdî û xeta weşanê xebatên xwe birêve bibe. Wê ji niha şûnvetir jî hewl bide rastiyan ragihîne û vebêje. Dê hewl bide hin bêtir tiştên ku kesî nebihîstiye û nedîtine ragihîne û biweşîne û binivisîne. Wê li gorî rewş û pêvajoya ku her tim diguhere di nava tevger û xebatê de be. Wê hewl bide rastiyan zeft bike û bi gel re parve bike. Wekî ku me di serî de jî gotiye wê nehêle rastî di tariyê de bimîne û wê dilopên hibreya wê ku rastiyê dinivisîne her bi niqûte ser rûpelên paqij û bide pey şopa heqîqetan…"

Bîlal Guldem ligel xebata li Ajansa Mezopotamyayê di televîzyonê de jî bernameyan çêdike. (Foto: Lezgîn Akdenîz)

Parve Bike

Youtube Me
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

news
  • 27 05 2026

Kovara Rewşenbîr bi hejmara nû hat

news
  • 21 05 2026

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist

news
  • 21 05 2026

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

news
  • 13 05 2026

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

news
  • 27 04 2026

Spotify wê 1400 heb vîdeoyên egzersîzê belav bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wêneyê rojê ji Qamişlo hat

ad

Cenet di bin lingên wê de ye

ad

Gelo Baba Tahir ev gotin gotiye, negotiye?

ad

Danasîna 2 pirtûkan hat kirin

ad

'Ana Yurdu' xelatên Siyadê berhev kirin

ad

Ev bername ji bo kesên ji sînemaya hîndê hez dikin e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname