Diyarname
Di EURO 2016 de maça pêşî hate lîstin. Di maça malxwê Fransa û Romanya hatin pêşberî hev, Fransa bi 2-1 bi ser ket û 3 pûanên pêşî yên tûrnûvayê girtin.
Euro 2016 bi maça Koma A li Stade de France a li bajarê Saint-Denis dest pê kir. Di maça ku hakêmê macar Viktor Kassai bi rê ve bir de nîveka yekemîn 0-0 bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de li ser navê Fransayê Oliver Gioud derket ser dikê û pasak Dimitri Payet veguhart golê: 1-0,
Di deqîqeya 65'an de li ser navê Romanyayê Bogdan Stancu ji penaltiyê bersiv da û wekhevî saz bû: 1-1.
Tam maç ber bi 90 deqîqeyî ve diçû û hema temaşevan li bendê bû wisa ber bi dawî here de Payet carek din derket ser dikê û vê carê wî gol (deqîqe 89) avêt û tîma xwe bi 2-1 derxist pêş.
Tîm
FRANSA: Hugo Lloris - Patrice Evra - Adil Rami - N'Golo Kante - Antoine Griezmann (Dq. 66 Kingsley Coman) - Dimitri Payet (Dq. 90+1 Moussa Sissoko- Oliver Giroud - Blaise Matuidi - Paul Pogba (Dq. 77 Anthony Martial) - Bacary Sagna - Laurent Koscielny
ROMANYA: Ciprian Tataruşanu - Razvan Rat - Ovidiu Hoban - Vlad Chiriches - Mihai Pintilii - Nicolae Stanciu (Dq. 72 Alexandru Chipciu) - Florin Andone (Dq. 61 Denis Alibec) - Bogdan Stancu - Adrian Popa (Dq. 82 Gabriel Torje) - Dragos Grigore - Cristian Sapunaru
QERTÊN SER: Giroud (Fransa) - Rat, Chiriches, Popa (Romanya)
GOL: Dq. 58 Giroud, Dq. 89 Payet (Fransa) - Dq. 65 Stancu (Romanya)