QAMIŞLO
Civîna Desteya Bilind a Kurd (DBK) dê êvarê li dar biketa lê ji ber endamê El-Partî Sûûd Mele, endamê Azadî Beşar Emîn û endamê Yêkîtî Îsmaîl Hemê bê mazeret beşdarî civînê nebûn, civîn li dar neket. Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed da zanîn ku hinek hêzên berjewendiyên xwe di pratîkbûna Desteyê de nabînin, destwerdanek li nava Desteyê kirine.
Dihat payîn roja 8'ê mehê saet 18.00'an de li navenda DBK ya Qamişlo civîna xwe pêk bîne, lê ji ber endamê DBK'ê yên Endamê El-Partî Sûûd Mele, Endamê Azadî Beşar Emîn û Endamê Yêkîtî Îsmaîl Hemê bê mazeret beşdarî civînê nebûn, pêk nehat.
Endama Desteya Bilind Kurd Îlham Ehmed da zanîn ku hinek hêzên berjewendiyê xwe di pratîkbûna Desteyê de nabînin, destwerdanek li nava Desteyê kirine û nehiştine DBK kom bibe. Ehmed dest nîşan kir ku, piştî Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar da ku wê beşdarî Kolîsyona Niştimanî ya Sûriyê bibe, Meclisa Gel Rojvaya Kurdistan (MGRK) û ENKS civiyane û li ser Rêveberiya Demî li hev kirine. Hêzên berjewendiyên xwe di pratîkbûna Desteyê de nabînin, destwerdanek li nava Desteyê kirine.


