Jinên Amed Spor û Hakkarigucu Sporê dê Super Lîgê de bilîzin
Diyarname
Ji bo Lîga Fûtbola Jinan a serdema 2021-2022'ayn piþke hat kiþandin. Tîma jinan a Amed Sporê di Koma A de cih girt ku di nav komê de Fenerbahçe û Beþîktaþ jî hene. Hakkaricu Spor jî ket Koma B, bû reqîbê Galatasaray û tîmên din
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) yekemîn cad Lîga Super a Fûtbol a Jinan li dar dixe. Ji bo sala 2021-2022'yan piþke hat kiþandin. Di lîgê de 24 tîm hene û ew xistin du koman, wekî Koma A û Koma B. Her domê de 12 tîm hene. Her tîm du caran dê bê hemberî hev. Di dawiya 22 hefteyan de dê play-off û play-out çêbibe.
Di piþkeyê de ji bo tîma Amed Sporê reqîbên xurt derketin. Tîma jinan a Amed Sporê ku kete Koma A, îmên mezin wekî Beþîktaþ û Fenerbahçe bûn reqîbên wê.
Encama piþkeyê wisa çêbû:
- Koma A:
Amed Spor, Fenerbahçe, Beþiktaþ , Antalya, Altayspor, Ankara BÞB Fomget Gençlik SK., Ataþehir Belediyespor, Fatih Vatanspor, Hatayspor, KDZ Eregli Belediyespor, Kireçburnuspor Kulubu û Kocaeli.
- Koma B:
Algspor, Adana Ýdman Yurdu, Çaykur Rizespor, Dudulluspor, Fatih Karagumruk, Galatasaray, Hakkarigucu, Ýlkadým Belediyesi, Kayseri, Konak Belediyesi, Sivasspor, Trabzonspor.
Di Super Lîga Jinan de rojên 18-19'ê mehê serdem dest pê dike. Rojên 13-24'ê reþemî navber didin. Lîg dê 4'ê gulana 2022'yan de dê bi dawî bibe. Maçên play-off û play-outê dê rojên 12-13'yê mehê û fînal jî 11'yê pûþpera 2022'yan de li dar bikeve.
Maçên hefteya yekemîn bi vî rengî çêbûn:
Koma A:
- Antalya - KDZ. Eregli
- Ankara - Kireçburnu
- Amed - Hatay
- Altay - Fatin Vatan
- Kocaeli - Ataþehir Beleriye
- Beþiktaþ - Fenerbahçe
Koma B:
- Galatasaray - Sivas
- Fatih Karagumruk - Çaykur
- Hakkarigucu - Kayseri
- Adana Ýdman Yurdu - Trabzon
- Konak Belediye - ALG Spor
- Ýlkyadim Bld - Dudullu