Diyarname
Îro maçê Dora 4'an ên Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê hatin lîstin. Amed Spor ku di vê dorê de bû li hemberî Antalyayê bi 4-0 têk çû û xatir xwest. Antalya derbasî Dora 5'an bû. Li aliyê din Mardin Buyukşehîr li hemberî Gençlerbîrlîgî bi ser ket û derbasî Dora 5'an bûn.
Maçên Dora 4'an îro hatin lîstin. Ji tîmên kurdan Amed Spor li Antalyayê bû mêvanê Antalyayê. Antalya Sporê bi golên Gokdeniz Bayraktar (dq 33 û 85), Houssam Ghacha (69) û Mustafa Erdilman (dq 81, ji penaltî) Amed Spor bi 4-0 têk bir û derbasî Dora 5'an bû.
MÊRDÎN LI ENQEREYÊ BI SER KET
Ji tîmên bajarên kurdan Mardin Buyukşehîr li Enqereyê bû mêvanê Gençelerbirligi. Gençlerbirligi di deqîqeya 20'î de bi Abdullah Şahindere bi 1-0 derket pêş. Mardin Buyukşehirî di deqîqeya 33'yan bi Mustafa Aydogdu wekhevî çêkir. Nîveka maçê û 90 deqîqeyên maçê bi vî awayî bi dawî bûn. Di dema zêdek de jî tîman nekarî golek din biavêje û encam bi penaltiyan diyar bû: Mardin Buyukşehîrê bi 4-2 bi penaltiyan reqîbê xwe têk bir û derbasî Dora 5'an bû.
Maçên din ên vê dorê dê rojên 1 û 2'yê mehê bêne lîstin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Di Kûpayê de reqîbê Amed Sporê diyar bû
- Igdir, Mardîn û Agirî bi ser ketin
- Amed Spor bi 3 golan derbasî Dora 4'an bû
- Maçey kûpa ay Amed Sporî eyro ya
- Di kûpayê de reqîbên Amed Spor û Diyarbekir Sporê diyar bûn
- Mardîn, Igdir û Agri Spor bi ser ketin