PEYWEND KURDÎ/HEWLÊR
Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed di daxuyaniyekî çapemeniyê de diyar kir ku nabe destkeftiyên Kurdistanê bên hizbî kirin û rexne li nêzîkatiyên li hember Şengal yên ku destkeftiyên Şengalê bi partiyîbûnê ve girê didin kir.
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yusif Mihemed li nivîsîngeha serokatiya parlamentoyê civînekî li ser rewşa Şengalê lidarxist û wiha got: “Bi hatina sala nû re ez dikarim vê bêjim, me bi salek dûr, dirêj û nexweş destpê kir. Salek bû krîza aborî li Herêma Kurdistan destpê kir, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Herêma Kurdistan kirin. Birînek kur di hestê me yê netewî de çêkir û bi taybet jî Şengal. Lê îro pêşerojek ronî ji bo gelê me çêbûye, bi taybet di çend rojên derbazbûyî de li çeperên Şengal nûçeyên serkeftinên hêzên pêşmerge û hêzên din tên.”
Yûsif Mihemed rexne li destkeftiyên ku çêbûne û wekî malên hizbî nîşan dide jî kir û wiha got: “Pêşmerge û hêzên din ji bo rizgarkirina Şengalê bi qehremanî şer kirine. Em hêvîdarin ew xwişkên me yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne, di deme zû de vegerin nava malbatên xwe de. Gelek spas ji bo wan hemû hêzên ku ev 4 mehin li çiyayê Şengalê parastina şeref û kerameta gelê me dikin. Nabe fikrê hizbî tevlî serkeftinan bê kirin, divê bi hestekî nîştimanî nêzî serkeftinan bê kirin. Hinek diyardeyên ne di cih de hene, evane jî tiştên nebaş in.”
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed balkişand ser başkirina jiyana pêşmergeyan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî çareserkirina krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê, emê hewldanek cidî ji bo jiyana pêşmergeyan bikin û ew biryar wê li parlamentoyê bê derxistin. Emê hewl bidin ew proje yasayên ku pêwendiya xwe bi hêzên pêşmergeyan re hene, bêxin di warê cîbicîkirinê de.”
Rojnews


