Diyarname
Tîma fûtbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku îsal bi navê Amed SK dilîze, vê hefteyê tê Stenbolê.
Amed Spor di Koma Sor Lîga 2'yemîn de dilîze. Heta niha 3 maç hatine lîstin û maçên hefteya 4'emîn roja 27'ê mehê têne lîstin. Amed Spor vê hefteyê li Stenbolê dibe mêvanê KartalSporê. Maç wê li sehaya Kartalsporê ku li Kartala Stenbolê ye saet 16.00'an de bilîze.
Amed Spor di dawiya 3 hefteyan de bi 6 pûanan di rêza 4'emîn de ye.
Ji bo kesên bixwazin herin maçê, navnîşan:
SPOR CAD. SPOR SOK. NO:13 KARTAL / İSTANBUL
TEL: (0216) 517 15 80


