logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din
news-details

Helîm Yûsiv û romana kurdî

Di nava rewşa kurdan a kambax de naskirina kavilên peyvê û danasîna wêjeyeke birêkûpêk hîna baş nehatiye kirin. Dahênan

  • Dîrok: 14/05/2019
  • Beş: Serbest

CANO ŞAKIR

Di nava rewşa kurdan a kambax de naskirina kavilên peyvê û danasîna wêjeyeke birêkûpêk hîna baş nehatiye kirin. Dahênan û afirandina romana kurmanciyê ne hêsan û rehet e; heger em behsa yekî ji stûnên romana kurdî bikin ya îro bikin, em ê navê Helîm Yûsiv jî bi lêv bikin.

Dema ku em behsa romana kurdî dikin em ji bîr nekin ku em behsa peydebûna êşê û nûkirina şewatan dikin. Helîm Yûsiv yek ji stûnên wêjeya kurdî ye. Di nava xebatên Helîm Yûsiv yên edebî de trajediya em tê de heye ya ku ji ber kaşoyê dîrokê pekî û niha li ber pênûsa Helîm Yûsiv ziq rawestiyaye. Helîm Yûsiv bi zimanekî têr û bi ramanên ji serpêhatiya dîrokê tije lixwemikurhatinên me li cihana xwe a servekirî bi romanên xwe digerîne.

Peyvên Avis û çîrokên qedexe

Peyvên Helîm Yûsiv bê tevger avis dibin û dema ku ji nav tiliyên wî derdikevin, tirsê dikin dilê neyarên kurdan û çavnebarên wêjeya gelê Kurdistanê.

Berhema wî ya pêşî sala 1991'ê, bi navê El-Recûl El-Hamîl (Mêrê Avis) bi zimanê erebî li Şamê çap bûbû. Berhem ji 15 çîrokan pêk dihat lê çîroka a bi navê (Cihan ji Avdestxanê Tengtir e) ji aliyê wezareta Ragihandinê û Yekîtiya Nivîskarê Ereb ve hate qedexekirin, lê piştî ku Mêrê Avis bi kurdî derket, ev çîrok wekî orjînala xwe hat çapkirin.

Ev yek ji wê encama şoreşa peyvên Helîm Yûsiv ên avis e ku peyvên avis dikarin wisa ne tenê bandorê li wêjeya erebî bikin, her wiha tirsê têkin dilê rewşenbîriya ereb.

Cihana xwîneran dikemilîne

Di mijara jinê de Helîm Yûsiv ne tenê bi navê berhemên xwe ku zêde balkêş in bala xwîneran dikişîne. Ew her wiha bi mijarên cihêreng û rewşa jina serdemî yên bi bandor ên jina ku li ser erşê împeratoriya peyvên Helîm Yûsiv pal daye, û bi êşa jinê û êşa peyvê jî cihana xwîneran dikemilîne.

Li ser Mirî Ranazin

Heger em ji çîroka Guhê Jêkirî dest bi goristanên peyvên zindî bikin, em ê demên dirêj û serdemên bê dawî li benda derketina hilatina rojê bimînin. Gelo li ser girê Şermola xewa miriyan tê?

Di bin wî girê axî de gelo hûn dizanin bê çiqas peyvên herifî bi ser hev de winda ne? Di bin wê xweliya dîrokê de hûn dizanin bê celadên wêjeyê serê çend peyvan birîne?

Helîm Yûsiv di goristanên xwe yên ku li ber rengê rewrewka dîrokê mezin bûne, me dike dilê goristanên zindiyan li seran serî girê Şermola li ser baskên peyvê digerîne.

Ji Sobarto û êş

Êşên Helîm Yûsiv yên tozgirtî yên serdemên kevin ku ji keviyên şewta Sobartoyê ne.

Helîm Yûsiv gelek mijarên ku li ser sînga welatekî bi êş rakiriye û bi giyanê peyvê ji nû ve zindî kiriye. Heger em wisa nîşan bidin, wekî mîna petrola ku ji nava her du lingê wê jina beden spî a komara welatê Sobarto diherike.

Nivîsandina romanê li cem Helîm Yûsiv di aliyekî xwe yê bingehîn û rasteqîn de, nivîsandina êş û dîroka êşê bi xwe ye. Heger em baş mijarên Helîm Yûsiv yên hemî berhemên wî bixwînin û têbighîjin, em ê bi aweyekî rasteqîn rastî êşên xwe werin.

Memê bê Zîn

Dema ku mirov çîroka Memê bê Zîn dixwîne wekî romaneke kin û tije peyvên watedar mirov hîs dike ku rûpelên wê qet naqedin. Mijara Memê bê Zîn li nava xwendevanên ku dîroka Mem û Zînê bihîstine rastî eleqeyeke mezin hatin. Mem û Zîn li mejî û bîra her kurdî de ye lê li cem Helîm Yûsiv Mem bê Zîn e.

Pênûsa Helîm Yûsiv bi dengê xelkên rojavayê Kurdistanê re serî hilda û Tirsa bê Diran bi dîwarên tirsê re şikand. Di ancamê de Romana Tirsa bê Diran derket holê.

Li ser bejahiya zeviyên Helîm Yûsiv masiyên ku bi hunera wî mezin dibin, qelew dibin, berz dibin û bi hêz dibin, tî jî dibin. Di romana wê Gava Masî Tî Dibin de, em carinan rastî deriyê hesinî tên carinan rastî kûçik tên û carinan rastî komê li ser serê masî tên.

Carinan em dilsariya xwe dikin bin şûtika şervanekî kurd ê birîndar û dilê me pê germ dibe, di bin berf û bahozê de lingên ku ji berfa Zagros û Gabarê şewitîn, em dibûm pêlavên şervanan. Wisa di nava tevgerên Masî de rêwîtiya bê ling destpêk e û dewam dike.

Di nav çanda stranbêjiyê ya gelê êzîdî de bi taybetî li Şingalê dibêjin, “Ay dilo sala berî vê salê ez li benda te bûm; Ez ji bo te şewitîm wekî masiyekî di binê behra de ji tîna bifetise.”

Auslaender Beg

Peyva Auslaender (Biyanî) bi almanî ye. Auslender Beg ku mijara trajediya kurdan a koçberiyê ye ku di salên dawî de pêlên koçberiyê gelekan ji wan jiyana xwe ji dest da û ketin binê behran. Ev bû sedem ku berhema wî ya bi navê Auslaender Beg derket.

Di romana 99 Morîkên Belavbûyî de her ku em rahêjin morîkekê, ew morîk wê bi me re biaxive û behsa xwe bike.

Gelo ma ka çend ji morîkan emê bidin hev ta ku em rastiya dîroka xwe a winda nas bikin?


Wehşê di hundirê min de

Romana Helîm Yûsiv a herî dawî, Wehşê di Hundirê Min de ye. Helîm behsa wehşekî dike ku me vegerîne salên berî salên 1970'yî; berî desthilatdariya Hafiz Esed.

Di vê romanê de ew wehşê ku roj bi roj û sal bi sal mezin dibe û dibe bela serê gelê kurd û li rojavayê Kurdistanê, hetanî roja me ya îro ku bihatina Bihara Gelan.

Bi hatina vê Biharê re wehşê qirik dirêj neçar dimîne ku li ber hêza Kurdan û serhildana wan bê hêz dibe.

14.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 11 2026

Nameyek ji Evîn Zapsu

news
  • 19 11 2026

Jiyan herêmeke qedexekirî bû: Ji jînenîgariya kesekî ber bi jînenîgariya miletekî ve

news
  • 14 11 2026

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news
  • 13 11 2026

Keleha Mêrdînê û 81 kaniyên li derdorê

news
  • 04 11 2026

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

news
  • 31 10 2026

HÛN KÎ NE?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Îtalya de salonê sînema benê a

ad

Fermo sohbetek li ser 'Sofî û Monika'yê

ad

Kevirên Sedsalî: Gundor

ad

Andersson careke din bû serokwezîr

ad

Ji SONAR û SAMER'ê anketên nû: Vaye rewşa HDP'ê

ad

Aysel Tugluk ji bo 'Wan'ê pêşniyarzagonek da meclisê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname