Diyarname
Îro ji aliyê ziman ve sê nûçe derketine pêÅŸ. Me ew dan hev.
Sertîfîka dan xwendekaran
Li gelek bajaran qursên zimanê kurdî hatibûn dest pê kiri. Yek ji wan jî batman bû. Li Batmanê Arî-Derê qursên kurî abûn dest pê kirin. 22 xwendekarên di vê qursê de bi ser ketin bi sertîfîkayê hatin xelatkirin. Yên ku salek perwenrdehî bi serketî temam kirin bi sertîfîkaya mamostetî (10 kes) hatin xelatkirin, yên jîn jî di dawiya perwerdehiya 3 mehan de bi sertîfîkaya asta 2'yemîn hatin xelatkirin.
NÇM'yî li Wanê bûn
Navenda Çanda Mezopotmaya îsal 30 salên xwe temam kirin. NÇM ku kedeke mezin daye ziman û çanda kurdî ji bo pîrozbahiya 30 saliyê li hin bajaran xwest konseran saz bike. Konsera wan a Stenbolê hat qedexekirin. Ya Wanê jî. Lê endamên NÇM'ê li hemberî qedexeyê li hewÅŸê HDP'ya Wanê hatin ba hev û konser pêÅŸkêÅŸî temaÅŸevanan kirin.
AKP û Îyî Partî civan nedan Platforma Ziman
Platforma Zimanê Kurdî ji bo ziman xebatan dimeÅŸîne. Platform ev demek bû li Enqereyê di nav hevdîtinan de bû. Platformê ligel HDP, CHP, Saadet, Gelek û DEVA'yê xwest bi AKP û Îyî Partî re jî hevdîtinê çêbike, lê AKP'ê û Îyî Partî civan neda wan. Berdevkê Platformê li Guneydogu Gazeteciler Cemiyetî ya li Amedê civîna çapemeniyê lidar xist. Mebûsê HDP'ê Îmam TaÅŸçier û endamên partiyên din û nedamên saziyên sivîl ên di nav Platformê de beÅŸdarî civînê bûn. Berdevkê Platformê Åžerefxan Cizîrî qala meseleyê kir. Cizîrî qala hevdîtinên erênî ligel partiyên din kir lê got ku van her du partiyan civan nedaye wan, ger bidin ew amade ne herin ligel wan jî biaxivin.