Yaqob TILERMENÎ
Berî bi demekê li başûrê Kurdistanê dengê defên hawarê bilind dibûn û xebera rojên reş digihandin me. Ji ber wê jî, me xetereya li pêşiya netewa kurd didît û min bixwe, ji bo rêlibergirtina xerabiyan bi navê Dengê Wêjeyê Bilind e! (05.11.2020) nivîsek ji bo Malpera Diyarnameyê nivîsandibû:
“Her çiqas wêjevan ne siyasetvan bin jî, pêdivî bi wan heye ku bi qelema xwe rêya rast a siyasetê nîşanî her kesî bidin. Ev meseleyeke diyalektîkê ye û tesbîtên neyînî yên dûrnîşandana (bêrîbûna) wêjevanan ji siyasetê jî, dehf û xefikeke mezin a pergalparêzan e. Ji ber wê hewcedarî heye ku wêjevan di meseleyên neteweyî yên girîng de dengê xwe yê berz tev li dengê xwînerên (netewa) xwe bikin û rênîşandêr bin.”
Piştî weşandina vê nivîsê hin hevalan ji min xwestin ku em ji bo rêlibergirtinê nivîseke hevpar amade bikin û bi îmzeyên gelek rewşenbîran arasteyî raya giştî ya kurd bikin. Digel ku min ev daxwaz qebûl kir jî, ev hewldan pêk nehat.
Ez dîsa bi heman ziravbihîstyariyê, li pêşiya kurdan xetereyeke xerabtir dibînim û dixwazim bi qelema xwe bangeke wêjeyî bikim. Dem vî tiştî ji min dixwaze û ez xwe di vî warî de berpirsiyar dihesibînim. Ji ber ku aştiya navxweyî ya hemû kurdan di heman demê de, evîn e. Evîna çandê ye, evîna zimên e, evîna axê ye, evîna mirov e, evîna welêt e… Ne bi awayê nivîskî be jî, bi awayê hestiyarî aştiyeke qewîn di nava hemû kurdan de heye. Gerek em rihê vê aştiyê zindîtir bikin.
***
Victor Hugo gotiye, “Vous voulez la paix: créez l'amour.” Yanî, “Hûn aştiyê dixwazin: Evînê biafirînin.”
Evîn hesteke ciyawaz a mirovî ye ku ji qewla Publilius Syrus “Eynî wekî rondikan ji çavan tê wer dibe û diherike dil.” Kela hestiyarî ya mirovî ku pê re rondikan ji çavan dibarîne, pê re li ser sînga çepê ya bedenê şewateke naypênasekirin çêdike. Dema ku mirov vê hestê di ber mirovên ji axa xwe bijî, tu bend û kelem, zext û zorî nikare rê li ber hezkirina hev bigire. Ji lewre hezkirin pirê caran bêgerew* e. Vladimir Mayakovski bi van gotinên xwe mohra xwe ji bo “Hezkirin”ê li qada wêjeyê xistiye:
“Hezkirin, ne pejirandina her tiştî ye. Her wiha; bi guman im ku li cihê ku her tişt lê tê qebûlkirin, kêmasiya evînê lê heye.”
Wekî tê famkirin, cihê ku Hezkirin lê tunebe dê Evîn jî tune be.
Di rojên dawî de gelek mirovên kurdperwer ên zana, rewşenbîr, nivîskar û stranbêj li gora qeweta xwe hewl didin ku evîna veşarî ya nava kurdan neyê kuştin û pê re jî dengên xwe belav dikin. Ev hewldan ligel hemû kêmasiyên xwe, cihê şanaziyê ye û ger mirovek kêmasiyan tê de dibîne gerek bi awayekî berztir dengên xwe tev li dengên wan bikin. Li ser tora civakî carna ji dêvla piştgiriyê, helwestên reşgiriyê têne nîşandan û ev jî li ser navê ronakbiriya kurd tê kirin. Wêneyê van aktîvîstan li ser tora civakî têne parvekirin, çend gotinên xirab ji bo wan têne serfkirin û mirovên mayî jî çêr û sixêf û dijûnan rêz dikin.
Êrico Verîssimo xweş gotiye, “Dijbera hezkirinê ne nefret e, xemsarî ye.” û bawer im kesên ji hevdu hez nakin û naxwazin tovên evîn û hezkirinê di baxçeyên neteweya xwe de biçînin, bi nefreteke beloq hemû xirabiyên binhişên xwe li ser facebook û twiterrê vedirişin. Ji ber hindê, ji 27 salan û vir ve ye ez wêjevanên kurd wekî şervanên qelemê dihesibînim û her gotineke dê ji qelema wan darije wekî kelemekî ji bo çavên neyaran dihesibînim. Çinku qelemên kurdî dikare di nava me de evîn û hezkirinê ava bike û aştiya navbera me qewîntir bike. Emerson belasebeb negotiye, “Ji bilî we tu kes nikare aştiyê ji we re bîne.”
Ez nivîsa xwe bi kurt û kurmancî diqedînim û bang li hemû kurdperwerên hestiyar dikim ku nehêlin di nava du moriyên kurd de jî pevçûnek çêbibe. Evîn, hezkirineke mayînde bi xwe re diafirîne; hezkirin aştiyê qewîntir dike.
Bijî Evîn!
Bijî Hezkirin!
Bijî Aştî!
14.06.2021/Swîsre


