AMED
Heyetek ji Şaredariyên Efrîn, Dêrik, Amûdê, Qamişlo, Til Temir, Dirbêsiyê û Kobanê li bakurê Kurdistanê li bajarê Amedê ezmûnên xwe parve dikin.
Heyeta ji Şaredariyên Efrîn, Dêrik, Amûdê, Qamişlo, Til Temir, Dirbêsiyê û Kobanê bi armanca parvekirina ezmûnên xwe, li Amedê danûstandinan dikin. Heyeta Şaredariyên ji rojavayê Kurdistanê, li dû çavdêriyên xwe yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi parlamenterê BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Demîr Çelîk re rûnişt.
Çelîk bi pêşwazîkirina wan a li Amedê kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Şoreşa Rojava şoreşa Kurdistanê ye, ligel vê jî ew dilgiran e ku ev 2 sal in têkiliya pêwendîdar pê re çênebûye. Ji ber vê jî wekî gelê Bakur em careke din lêborîna xwe ji we dixwazin.”
Çelîk got ku meha avrêla 2014'an wan dil heye digel heyetek biçin serdana hemû Şaredariyên Rojava û ezmûna xwe ya 14 salên Şaredartiya Bakur digel wan parve bikin.