Diyarname
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî îro hat Tirkiyeyê û hin hevdîtin pêk anîn.
Hevdîtnia Barzanî û MÎT'ê
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî pêşî çû Navenda MÎT'ê (Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê). Çima Barzanî pêşî çû wir, çi axaftin der barê wê hevdîtinê de tu agahî nehatin belavkirin. Serokê herêmek çima diçe naverda îstîxbaratê wekî pirsek li holê ma.
Serdana Erdogan û Barzanî
Piştî vê hevdîtinê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ligel Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî li Beştepeyê hat ba hev. Hevdîtin saetek û 10 deqe dom kir. Hat gotin ku Erdogan di hevdîtinê gotiye têkoşîna bi terorê re û hevkariya di vî warî de ji bo îstîkrara herêmê gelek girîng e û wisa gotiye, "DAIŞ û PKK jî di nav de Tirkiye bi biryar e li hemberî hemû rêxistinên terorê bitêkoşe". Dîsa gotiye ku divê Iraq di nav aramiyê de ji pevçûna mezheban dûr bisekine.
Hevdîtina Davutoglu û Barzanî
Piştî Erdogan vê carê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu Barzanî kir mêvanê xwe. Davutoglu li Çankayayê saet û nîv ligel Barzanî axivî.
Davutoglu di hevdîtinê de gotiye ku "Hebûna Iraqê ji bo îstîkrara herêmê girîng e û wisa dom kiriye, "Ji ber ku em naxwazin ligel DAEŞ'ê* bibin cîran. Ji bo em nebin cîranê DAEŞ'ê divê Erbîl xurt be. Ji bo vê emê her cure piştgirî bidin Iraq û herêma Kurdistanê ya Iraqê. Di dema ku nîqaşên wisa hene de ez kêfxweş im ji bo te mazûvanî dikim. Min nameyek ji bo Serokwezîrê Iraqê Îbadî şard û qala pêşketinên dawî kir. Sibê dê Ferîdun beg û muşteşarê me yê MÎT'ê Hakan beg herin Bexdayê. Bawer bikin di her rewşî de li hemberî terorê emê piştgirî bidin we."
Barzanî û HDP
Hat gotin ku dê hevdîtinek di navbera Barzanî û HDP'ê de jî pêk bê


