Diyarname
Kompaniya enerjî û ragihaninê ya Fransayê "Alstom"ê trêna bi hîdrojenê dixebite Çêkiribû. Trêna ku navê "Coradia iLint" lê kiribû piştî Almanya, Hollanda û Swêdê li Fransayê jî dê dest bi xebatê bike.
2018'an de li Almanyayê ev trên derketibû û herêmên din ên Almanyayê jî sîparîş dabûn.
Li Fransayê jî di çarçoveya "Plana Hîdrojenê" de ji bo vê yekê gav avêtibû.
"Coradia iLint"li dinyayê yekemîn trêna ku bi hîdrojenê dixebite. Ev trêna bi "sifir emîsyonê" bi qasî trêna elektrîkî bêdeng e û tenê hilma avê diavêje derve. Yek ji taybetiya wê jî ew e ku li herêmên ku rêyên hesinî yên bi elektrîk tune bin jî dikare bixebite.
Piştî çend welatan niha Fransayê jî seferên ceribandinî yên vê trênê pêk anîn. Fransayê erebeyên bi hîdrojeyên dixebitin vê havînê dabûn nasandin. Erebeya navê "La Machina" lê kirine hedefa wan ew e ku di sala 2025'an de bixin piyaseyê. Di warê hîdrojenê de wekî din jî xebat hene. Kompaniya Airbusê ji bo xwe kiriye hedef ku di sala 2035'an de balafirên bi hîdrojenê dixebitin bikar bînin.
EREBE Û BALAFIR JÎ DÊ BÊN