Diyarname
Hunermend Welat Hacî Nasir (40) û birayê wî Mistefa (38) ji bajarê Efrînê ne. Ew dema roja 21'ê tîrmehê ji Beyrûdê vedigeriyan, li ser rêya Hums-Lubnanê, endamên benda “Sewatir” ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li wan dan û amûrên wan şikandin.
Li gorî îfadeya her du birayan, endamên ewlehiyê bi hiceta “govend û stranbêj li dijî olê ne” heqaret li wan kiriye û gefa kuştinê li wan xwariye.
Dema her du bira diçin nivîsgeha hêzên ewlehiyê ya li Helebê ji bo ku amûrên xwe vegerînin, lê dîsa gefa girtinê li wan xwarine, ji wan re gotine ku amûrên wan hatine şikandin û mafê wan tune ye ku lê bipirsin.
Her du birayan debara xwe bi vê rêyê dikirin, lê niha amûrên wan hatin şikandin û gefa mirinê li wan hatiye kirin


