Cemil OGUZ
Herhal piraniya kurdan Rojen Barnas wekî helbestvanekî kurd dizanin. Lê kêm kes dizanin pirtûkeke wî ya çîrokan jî heye. Her wisa çîrokek wî ya balkêş jî. Em hinek balê bidin ser van her duyan.
Rojen Barnas bi navê xwe yê di nasnameyê de Mehmet Gemîcî li Farqîna Amedê hatiye dinê. Li gor nasnameyê sala bûyînê 1945 nivîsandine lê îhtîmala ku 44 an 43 be jî heye. Xwendina destpêkê û navîn li Farqînê, lîse û enstîtuya hîndekariyê li Amedê xwendiye. Di sala 1966'an de wekî hîndekarê koma edebiyatê dest bi kar kiriye û li hin dibistanên navîn û lîseyê yên li Farqînê kar kiriye.
Ji ber xebatên li nav sendîkayê ji Doza DDKO'ya Farqînê roja 5'ê gulana 1971'ê ji aliyê Îdareya Leşkerî ve hatiye girtin û ji vê dozê du sal ceza xwariye.
SERDEMA TÎRÊJÊ'
Barnas ku wekî kurdekî ji xwe bi kurdî dizanî, lê xebata wî ya li nav kurdî di sala 1979'an de dest pê dike. Payîza 1979'an beşdarî beşa kurmancî ya kovara Tîrêjê dibe. Hejmara yekemîn a Tîrêjê di meha berfanbara 1979'an de li Îzmîrê dertê, nivîsa wî bi gotineke din keda wî jî têde heye. Hejmara 2'yemîn û 3'yemîn di nava sala 1980'yî de li Îzmîrê dertê ku di wan de jî keda wî pir e; Û bi derbeyê re weşana kovarê radiweste. Paşê hejmara 4'an a Tîrêjê li Swêdê derdikeve ku keda Barnas di vê hejmarê de jî heye. Û bi vê hejmarê re kovar tê girtin û bi 4 hejmarên xwe di nav dîroka kovargeriya kurdî de cih digire.
HELBEST Û ÇÎROKÊN WÎ
Nivîskar Barnas di Tîrêjê de helbestan, çîrokan û nivîsên mîzahî dinivîse. Bi Derbeya 12'yê Rezbera 1980'ê re xebata Tîrêjê radiweste û ew jî ji mecbûrî berê xwe dide Swêdê. Di meha tîrmeha 1982'yan de diçe Swêdê û çûyîn û ew çûyîn; hê jî li wir dijî. Lê li wir jî li ser kurdî xebata xwe didomîne, pirtûkan dinivîse.
TEKANE PIRTÛKA WÎ YA ÇÎROKAN
Rojen Barnas li Swêdê di nav koma kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de jî cih digire û xebatan didomîne. Heta niha didu jê bend û gotar, yek jê li ser Farqînê, yên din helbest nêzî 10 pirtûkên wî çap bûne, lê di nav van de pirtûkek tenê a çîrokan e ku niha mijara me jî ev pirtûk e.
Ev pirtûka çîrokan a Rojen Barnas bi navê "Hingê" di sala 1997'an de li Swêdê ji Weşanên Nûdemê dertê. Di sala 2014'an de Weşanên Nûbiharê li Tirkiyeyê wê çap dike.
NAVÊN ROJEN BARNAS
Rojen Barnas dema di Tîrojê de bi gelek cureyên nivîsê re eleqedar e gelek navên cur bi cur bikar tîne. Serxas Arda, Ferîdûn Salar, Mihemed Qasim û Flît Totanî ew navên wî ne ku pê nivîs nivîsîne. Navê wî yê "Flît Totanî" ji bo nivîsên mîzahî bikar dianî, piştî Tîrêjê ew nav hinek domandiye lê paşê dest ji wî û navên din hemûyan berdaye û tenê Rojen Barnas bikar aniye. Pirtûka li ber destê me dema ji Nûdemê dertê jî bi navê Rojen Barnas dertê.
Di pirtûkê de 6 çîrokan cih girtiye, "Te vî zimanî ji ku anî" (Tîrêj, hejmar 1), "De Were Binivîse" (Tîrêj, hejmar 2), "Heft Xwezîl Bi Wan Roja" (Tîrêj, hejmar 3), "Şîfa Bi Xwedê Ye" (Tîrêj, hejmar 4) û "Ka Merivatî ma ye?" (Hêvî, hejmar 1) û "Hecî Mihemed Eliyê Qelşo" (Çira, hejmar 1). Barnas her çiqas ji bo "Hecî Mihemed Eliyê Qelşo" ne çîrok e jî, wekî bîranînek pêşkêş kiribe jî tehma çîrokê jê difûre.
KARAKTERÊN TAYBET
Di çîrokên din ên Barnas de jî tehmek xweş a çîrokan heye. Tehma çîrokên serdemek dertê pêş. Çîrokên wî bi zimanekî sade, fesih xwe nîşan didin. Karakter gelek sade, ji rêzê ne: Siloyê Sarê, Necat Efendî, Eliyê Şêx, Xebatkarê Hotel Kingê Tekîn, Mela Cemîl. Erê karakterên ji rêzê ne lê karakterên balkêş in ku çîrok jî pêre balkêş dibin.
Dema mirov li van çîrokên Barnas dinêre, dibêje xwezî nivîsandina çîrokan jî bidomanda, lê axir tercih a wî ye û bi helbestan xebata xwe ya wêjeyî domandiye û çîrok hiştiye bo hinên din.
- Hingê / Rojen Barnas / Weşanên Nûbihar / Çîrok / 2014 /80 rûpel