Diyarname
Destana Memê Alan ku ji bo Mem û Zînê îlham dabû Ehmedê Xanî careke din ji nû ve çap bû.
Destan berê, di sala 1997’an de 2 hezar hatibû çapkirin û ev çend sal bûn çapa wê nemabû. Memê Alan ji aliyê Roger Lescot ve hatiye berhevkirin û ev versiyon wek versiyona herî muteber tê naskirin. Celadet Alî Bedirxan di Hawarê de ji bo vê varyanta Memê Alan wiha dibêje:
Folklora kurdan ewçend mezin û fireh e ko em pê dikarin îftîxar bikin û di nav xelkê de serfiraz bigerin. Di folklora me de, bêflik flaherser Memê Alan e. Memê Alan malê miletekî Ewropayî biwa Xwedê dizanê di heqê wê de heta niha çend cild kitêb dihatine nivîsandin. Me kurdan ewçend guh nedayê, ji flaîr û rêberê me ê mezin Ehmedê Xanî pê ve. Belê Xanî berî sê sed salî bi qîmeta vê destançîrokê hesiya û rabû li ser hîmê Memê Alan kitêba xwe a mezin û abadîn Mem û Zîn anî wicûdê. Bi gotinên din Memê Alan bi navekî din bi nav kir û jê re Mem û Zîn got û ferqin xiste navbera çîrokiya xelkê û esera xwe. Ji xwe herwekî nas e, Xanî bi hênceta çîrokê deng li miletê xwe kir û dil kir ko wî li nijad û qewmiyeta wî hiflyar bikit.
Ji hingê ve ji 300 salî bêhtir wext di ser me ve çûne. Kesî guh neda Memê Alan, heta roja ko kurdîzanê hêja û bilindpaye Mr. Roger Lescot ew digel tercimeke fransizî gihande çapê.
ROGER LESCOT
1914, Lyon (Fransa). Li Unîversîteya Parîsê edebiyata fransî, polîtîka û zimanên Rojhilat xwendiye. Di 1932an de piştî ku unîversîte qedand, hikûmeta fransî ji bo ku lêkolînên ilmî bike, ew şande Enstîtuya Fransî a li Şamê. Li wir Celadet Alî Bedirxan nas kir. Tekstên folklorîk berhev kirin, di Hawarê de bi navê Tawûsparêz bi kurdî û fransî nivîs nivîsandin. Di nav kurdên Sûriyeyê de baş dihate naskirin û hezkirin, xelkê jê re digot Lezgîn Axa. Sala 1945an li Unîversîteya Sorbonneê Kursiyê Zimanê Kurdî vekir û dersên kurdî dan. Piştî salekê Kamiran Alî Bedirxan ku ji Bêrûdê hatibû ciyê wî girt. Wî jî li Wezareta Derve a Fransa dest bi kar kir. Ji spanyolî û farisî werger kirine (Xeyam, Hafiz, Sadî). Roger Lescot, sala 1975an, di dema ku li Taywanê balyoz bû wefat kir.
Berhemên Wî
- Gramera Kurdî (Li gel Celadet Alî Bedirxan, wergera tirkî, Avesta, Stenbol, 20042, 20093, 20094)
- Yezidiler Din Tarih ve Toplumsal Hayat Cebel Sincar ve Suriye Yezidileri Üzerine Alan Araştırması (Ji fransî bo tirkî: Ayşe Meral, Avesta, Stenbol, 2001, 20092)
- Memê Alan (Avesta, Stenbol, 1997, 20102)