Diyarname
Bestekar, aktîvîst û siyasetmedarê yewnan Mikis Theodorakis di 96 saliya xwe de mir. Bestekarê ku li dinyayê bi muzîkêr xwe navdar bû vê sibê saet 09,30 de li mala xwe ya li Atînayê mir.
Wezîra Çandê ya Yewnanistanê Lina Mendoni ji ser hesabê xwe yê twitterê re peyama "Îro me parçeyeke rihê Yewnanistanê winda kir. Mikis çepgirê radîkal, rewşenbîr û mamosteyê me hemûyan bû. Ew wisa kes bû ku bi hemû yewnanan stran dan gotin."
Mikis Theodorakis ji bo fîlmê "Vios Kai Politeia Alexi Zorba" muzîk çêkiribû û di fîlm de dansa "Sîrtakî" hatibû lîstin. Theodorakis bi vê muzîkê dansa "Sîrtakî" li dinyayê da nazîn. Theodorakisê ku ji zarokatî ve bi muzîkê re eleqedar bû ji bilî "Zorba" (1964) ji bo fîlmên navdar ên wekî "Z" (1969), "Serpico" (1973) jî wî muzîk çêkiribû. Her wiha berhema wî ya ku li ser komkujiya cihuyan "Balada Mathausen" jî gelek bal kişandibû ser xwe.
Mikis Theodorakis di dema şerê navxweyî ya Yewnanistanê de dijî faşîzmê derketibû, gelek caran hatibû girtin û ji welat hatibû sirgûnkirin. Ew sala 1954'an de li Parisê bi cih bûbu lê di sala 1961'ê de careke din vegeriyabû welatê xwe.
Di sala 1967'an de li diji Derbeya Albayan derketibû, lê albayan ew ceza kiribû. Bi saya kampanyaya navneteweyî cezayê wî yê hepsê hatibû betalkirin ^uew hatibû sirgûnkirin. Piştî ku di sala 1974'an de Cuntaya Albayan têk çûbû ew dîsa vegeriyabû welatê xwe.
Theodorakis di navbera salên 1981-1990'î de li nav Partiya Komunîst a Yewnanistanê ji bo mebûsî hatibû hilbijartin û ev kar jî kiribû.
Li ser xebera mirina wî Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Miçotakis ragihand ku ji bo wî wan 3 roj şîn daniye.
***
Pêşkêşiyeke modern ji "ZORBA":


