AMED
Nivîskar Yusuf Serhat Bucak ku li Almanyayê li koçberiyê dijiya piştî 22 salan vegeriya Kurdistanê. Bucak ji bo tevlî Kongreya Îslamiya Demokratîk bibe hat Amedê.
Parêzer Yusuf Serhat Bucak ku ji ber bi hinceta endamê Parlementoya Kurdan der barê wî de doz hatibû vekirin, 22 salan li Almanya li xeribiyê mabû û hefteya borî vegeriya bû Tirkiyeyê. Bucak îro jî hat Amedê û dê beşdarî Kongreya Îslama Demokratîk bibe.
Bucak ku ji aliyê malbat û Komeleya Sêwregê ve hat pêşwazî kirin, kêfxweşiya xwe ya ji ber li Amedê ye anî ziman û got: “Amed bajarê min e. Ev ax axa Şêx Seîd e. Cihê şehîdên min, hevalên min ên winda kirine ye.”
Piştî pêşwaziya li balafirgehê, Bucak derbasî Komeleya Sêwregê bû û bi xizmên xwe re hat ba hev..