Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de maçên dora duyemîn hatin lîstin. Hin tîmên kurdan jî di nav van de bûn û encam diyar bûn.
Tîma Agirî "Agri 1970" li mala xwe ligel Hopayê lîst. Maç bi 3-3 bi dawî bû û bi penaltiyan Agriyê bi ser ket.
Cîzre Spor û Diyarbekir Spor jÎ li Cizîrê hatin hemberî hev. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Di encama penaltiyan de Diyarbekirê bi 6-5 Cizîr têk bir.
Elezîz Belediye reqîbê xwe Yeşîyyurt bi 5-0 têk bir.
Li Batmanê Petrolspor û Mardin BB hatin hemberî hev. MardînBB bi 3-1 bi ser ketû derbasî dorek din bû.
Tîma Sêrtê "Sîir Îl Ozel Îdaresî" jî tîma Karakopru Belediye bi 2-1 têk bir. Tîma din 24 Erzîncansporê jî Muş Menderes bi 3-1 têk bir.
Tîmên bi ser ketin dê derbasî Dora 3'yan bibin. Rojên pêş de ji bo vê dorê dê ligel ev tîmên bi ser ketin û tîmên Lîgên 2'yan û Lîga 1'ê pişke bê kişandin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Kûpaya Tirkiyeyê dest pê kir: Vane tîmên kurdan