Diyarname
"Lazım e kurd bi zimanê xwe biaxivin. Lazim e êdî ciwanên kurd bi kurdî biaxivin. Em ne dijî zimanan in, lê lazim e êdî em jiyana xwe bi kurdî pêş bixin."
Serokê Rêveberiya KCK'ê Murat Karayilan di 15'ê mehê de, hevpeyvîna wî ku di Roj TV de hat weşandin de li ser ziman axivî. Karayilan ji her kesî daxwaza axaftina bi zimanê kurdî kir û wisa got: "Lazim e kurd bi zimanê xwe biaxivin. Lazim e êdî ciwanên kurd bi kurdî biaxivin. Em ne dijî zimanan in, lê lazim e êdî em jiyana xwe bi kurdî pêş bixin. Hemû karker, karmend, karsazên kurd bi kurdî biaxivin. Bi qeymeqaman re bi kurdî biaxivin, kurdî nizane bila wergerê bigire, ev der Kurdistan e. Ey gelê kurd, welat parêzên hêja, jinên kurd, siyasetmedarên kurd bi kurdî biaxivin. Siyasetmedarên kurd di dadgehê de xwest bi kurdî biaxivin. Loma dewletê xwest wan ji Amedê bibin. Siyasetmedarên kurd li dadgehê peyama ku dane ev e: Bi kurdî biaxivin. Em wekî erkeke demokratîk bi kurdî biaxivin. Lazim e em helwesteke neteweyî pêş bixin. Çawa hînê zimanê îngilîzî dibin, here hînê kurdî jî bibe. Xwedî li zaravayên xwe jî xwedî derkevin. Here hînê dimilî (kirmancî/zazakî) jî hîn bibe."


