logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Kurd bi xêra du stranan bi Zerêbûna Zara hesiyan

Stranbêj Zara ango bi navê xwe yê kurdî Zerê piştî roja şemiyê li Moskawayê du stanên kurdî gotin, bi deng û koreografiy

  • Dîrok: 06/09/2018
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Zekî Ozmen

Stranbêj Zara ango bi navê xwe yê kurdî Zerê piştî roja şemiyê li Moskawayê du stranên kurdî gotin, bi deng û koreografiya xwe kete rojeva medya civakî ya kurdan de.

Her çiqas piraniya muzîkhezên kurdî bi her du stranan wê yên nû nav û dengê wê bihîstibin jî, ew li Rusyayê bi salan e wekî stêrka hunerê tê naskirin. Heta niha di televîzyonan de gelek bername çêkirine, konserên taybet dane û bi hunermendên cîhanê yên navdar ên wekî Goran Bregovic re derketiya ser dikan û gelek caran bi Andrea Bocelli re dûet kiriye. Yek ji van konseran di salên derbasbûyî de li koleseum ango arena ya dîroka ya Romayê bû.

Zara navê wê yê hunerî ye. Navê wê yê fermî  bi temamî Safîra Paşê Mihoyan e. Malbata wê jî bi navê Zerê bangê wê dike. Di sala 1983’yan de li Lenîngradê hatiye dinê. Bavê wê Paşa Bînbaşiyê Miho akademîsyen e û kurdê êzdî yê Ermenistanê ye.

Zara, Akademiya Hunera Şonoyê li Sankt Petersburgê qedandiye. Di gelek  rêzefîlmên navdar ên rusî ên wekî “Rêyên fanosên şikestî” û fîlmên wekî “Puşkîn. Rikeberiya Dawiyê” de lîstiye. Di televîzyonan de  ne tenê konser dane, her wiha wekî jûrî û moderatoriya bernamên hunerî jî kiriye. Bernameya “Stêrka nû” ku ya pêşbaziya muzîkê ye, yek ji wan e ku ew li wir wekî jûrî beşdar bû. Her sal tevlî Festîvala Navnetewî ya Hunerê ya Rusyaya Spî dibe. Ji ber egera ku dostaniya Rusya û Rusyaya Spî xurt dike, xelata Yekîtiya Rusya û Rusyaya Spî ya 2014’ê wergirtiye. Di sala 2015´an de li bajarê Sûriye Laskiyeyê û di sala 2016´an de li baregeh û firokxaneya leşkerî ya Rusan li Himaymînê konser daye leşkerên rus.

Ji ber xebatên wê û navdariya wê di vê temenê ciwan de ew kiriye ku li Rusyayê navdar bibe û bikeve nava hunermendên mezin, hunermendên ku dewlet ji berk eda wan xelatê dide wan. Ji ber vê yekê par Xelata Rûmetê ya Rusyayê dan wê ku Serokdewletê Rusyayê Viladimir Putin bi xwe ew xelat bi ber stûka wê ve kir û ew rûmetdar kir.
Her wiha UNESCO´yê jî ew di sala 2016´an de ji ber “Xebata wê ya pêşdebirina hevkariya gelan” li beşa navenda Neteweyên Yekbûyî li Parîsê xelat da wê.

Ew rêvebera fonda alîkariyê ya “Gavek li Dij“ e jî ku di warê alîkariya zarok û mezinên tenduristiya wan di rewşa zemet de ye dike. Zara ew qas tê hezkirin ku di sala 2016´an de ji bo yadkirina 20 saliya hunera wê li avahiya Kreml de konsereke solo da. Heta niha bi dehan xelatên netewî û navnetewî standine.
Roja şemiyê li Moskowayê festîvala bi navê “Stranên Dilê Me“ ku festîvaleke çand û muzîkên navnetewî bi rusan dide naskirin û mesrefeke mezin lê tê kirin hebû. Zara jî yek ji amadekarên wê ye, heta niha gelek caran beşdar bûye. Wê vê carê ewilî strana “Edelerzî“ a Goran Brogevic got û dû re surprîzeke mezin kir; du stranên bi kurmancî gotin. Koreografî ya folklorvanên govendê ku cil û bergên wan leşkerên mîrekên kurdan û anîmasyona Teyrê Tawûs li ser ekrana li pişt sehneyê êzîdîbûn sembolîze dikirin bal kişand ser xwe. Her wiha dengê wê jî guhdarên kurd mest kirin. Cara yekem bû gelek kurd bi hebûna hunermendeke esilkurd a li Rusyayê ew qas navdar dibihîstin.

Bavê wê Paşa Bînbaşiyê Miho jî li wê festîvalê di nava guhdaran de bû û derbarê stranên keça xwe yên bi kurmancî ji bo televîzyoneke kurdî K24 bi van gotinan wê hestên xwe bianiya zimên: “Zehf şa bûm. Zû de Zerê stranên bi kurdî dibêje. Zehf razî me. Îro Zerê ji bo hemû miletî straneke xweş got.“

Zara heta niha gelek klîb kişandine, sîngle derxistine, herî dawî îsal bi navê “Negordaya” singilek derxist. Wekî gotina dawî vê mehê jî li gelek cihan konserên wê hene. Niha meraq ew e ku dê albumek bi kurdî jî derxe yan na…

 

 



*******

REKLAM

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Ji bo têkilî navnîşan û telefon:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon:  0212 -6266455     

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ebdî li ser heyeta ku here Şamê, alê, Kobanî, Minbicê û tiştên din axivî

ad

Wêje di nava ola yarsanan de

ad

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

ad

Lêkolîna SAMER’ê: Ji sedî 87’ê Amedê daxwaza referandûmê kir

ad

Kurdî li bajarekî din ê Almanyayê jî bû zimanê perwerdehiyê

ad

HDP'ê xwest li ser Elçî lêkolîn bê kirin, AKP'ê red kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname