Nirxandina Koma Xwendinê ya Amedê
Di yekê Tebaxa/Gelawêja 2021’ê de, Koma Xwendinê ya Amedê, bi beşdariya nivîskar Omer Dilsoz, romana wî ya bi navê “4Kotra 4Çela” li ser zoomê nirxand. Civînê, bi axatina destpêkê ya moderatorê civînê Ahmed KANÎ dest pê kir. Di serî de, wî bixêrhatina nivîskar û beşdaran kir. Derbarê Omer Dilsozî de got ku di nava romannûsên bakurî de meriv kare bibêje ku ew yek ji wan ê herî berhemdar e. Nizîkî deh roman (Hêvîyên Birîndar, Bêhna Axê, Neynika Dilî, Berbiska Zer, Hevrazên Çîyan, Ez û Min, Gêjevang û 4Kotra 4Çela) û pirtûkek helbestê bi navê “Bila Gotineke Minûte jî hebe” nivîsîye.
Pêşî Xecê Daşxin mafê axaftinê girt. Bixêrhatina nivîskar û beşdaran kir û got: “Omer Dilsoz jî yek ji nivîskarên herî berhemdar e. Niha romana te ya dawî, 4Kotra 4Çela li ber destê me ye. Dema meriv vê romanê digire dest, nav bala meriv dikişine. Tu çîroka nav ji rûpela dawî re dihêlî, bo ku xwendevan heta dawî biçe û hîn bibe. Sê romanên te yên dawîn, li ser tarzekî diçin. Ez dikarim bibêjim ji romanên te yên din cudatir in. Di romanên “Ez û Min” û “Gêjevang” da diyar e ku heşê karakterên sereke ne li sere wan e. Yanî ne însanên silamet in, lê di vê romanê de karakterê sereke doktorekî ye ku heta astekî xwendiye û wekî pîşe bûye doktor. Lê dîsa jî di jiyanê de nexweşketiye. Çima nexweşketiye, balkêş bû karakterekî bê îrade ye. Ew qas bê îrade bû ku ez ji bêîradebûna wî aciz bûm. Mijarên hatine serê karakterê romanê bi tesadufî hatine serê wî. Tenê di mesela zewacê de bi zanebûn dikeve navê, wekî din tesadufî tên serê wî. Em dizanin romana îro karakterê îdealîzekirî, karakterê bêqisûr nanivîse. Karakterê ku şaşiya wan hene, karakterê ku li derve em dibinin dixe nav edebiyatê. Lê karakterê romana te (xîtaba bo nivîskar) ji wan bêtir bi problem e û problema wî gelek bi jinan re hebû. Ew qas problema wî bi jinan re hebû ji diya xwe dest pê dikir. Gava jiyana xwe dişopand û analiz dikir, di vê navberê de em karin bibêjin ku karakterê me her tiştî analiz dikir, yanî li ser her tiştî difikire, hişekî pir tije, pir meşxûl hebû. Lê di wir de gava derdora xwe rexne dike, bavê xwe rol model digire bi têkiliya dê û bavê xwe dest pê dike. Di çavê karakter de diya wî ji bavê wî xurtir e. Di bêhêzbûna wî de sanki vî tiştî jî li wî bandor kiribe. Ji têkiliya wan bi awayekî aciz e. Mesele tê ser jina wî jî bi awayekî tim jina xwe sûcdar dike. Heta li hember wê jina ku jê re wêne dişine jî bi tevî ku têkilî çênabe pir bê îrade ye. Çawa bê îrade ye, jin jê re wêneyên ecêb dişine lê ew bertek nîşan nade. Jin li ser van wêneyan dibêje ku ji qansêrê ditirse, lê ew tepkî nîşan nade. Heta ku haya jina wî jê çêdibe, têkiliya wan xera dibe, jiyana wan diguhere, bi temamî her tiştê wan diguhere. Yanî tiştê sereke di karakterê te de bêîradetî heye. Heta dawiya romanê jî min ew dît. Di lêgerînekî de ye karakterê te. Lê gava di dawiya romanê de digihîje tiştekî haya wî ji wê lêgerîna wî çêdibe. Yanî ji destpêkê de tiştekî wî aciz dike, jiyan, derdor, karê wî… Sebebê aciziya wî aslinda ev lêgerîn e. Di dawiya romanê de haya me ji lêgerîna karakter çêdibe, karakter jî li aciziya xwe hay dibe. Monolog, jixwe ji serî heta dawî monolog bû, sa wî jî me karakter gelek nas kir. Ez karim bibêjim ku tu karakter bi qasî vî di hişê min de cih negirtiye. Şîroveyên wî li ser her tiştî, ser dar, ber, jiyan, têkiliyan, ser xwezayê ser her tiştî şîroveyên wî hene. Em karakter gelekî ji nêz ve nas dikin, ev jî bi saya monologan e. Xêra herî zêde ya monologan bo edebiyatê jî ji xwe ev tişt e.
Bi çavê zayenda nêr jin hatibû nivîsandin. Dayik bi çavê karakterek nêr hatibû nivîsandin. Jina wî em nizanin kî ye, çi ye… derheqê wê de tu diyalogek tune bû. Heta tenê jina wî na, gelek tiştên wekî jin aha nin, jin wiha nin… Gelek tiştên derheqê jinan de me bi çavê yekî nêr, çavê doktor dîtin. Heta ew têr nekiribû, nivîskar ji doktor re destbirakek weki Rîşo jî dîtibû. Rîşo jî agirê karakter gur dikir, digot, jin aha nin, aha nin. Nivîskar karakterê Rîşo wekî esnafek ku tecrubeya wî derheqî însanan, jinan de heye ava kiribû. Tiştekî din, problemên ku hemû însanan mijûl dikin. Mesela problema başî û xirabiyê, karim bejim heye. Te cih daye vana, edebiyata cîhanê ji zû de cih daye vê. Kesê tişkî dinivîse armanca wî ne tenê nivîsîn e. Armanca nivîskar jî ew e ku tiştekî ji cîhanê re bibêje. Di vî warî de nivîskar tiştekî qethî nabêje û jixwe nikare bibêje jî. Tenê serê meselê nîşanê me dide û dibêje tiştekî wiha heye di jiyana însanan de. Yanî nişan dide û radiweste, dibêje li serê bifikire.
Li gorî min roman ji du beşan pêk dihat, ji serî heta rûpela 122’yan beşek, ya din jî beşek bû. Di vê beşa yekê de, cihê ku karakter bi tenê dimîne, xwe bi xwe difikire xwendin nediherikî. Ji ber ku hê mijar jî ne zelal e. Lê piştî beşa yekê êdî roman diherikî. Ji xwe meriv dibê qey nivîskar bi zanîn ev kiriye du beş. Ya yekê de doktor bi tenê ye, difikire; lê di beşa duyem de herîkbarî dest pê dike. Tasvîrên pastoral hebûn. Ev jî bi erdnîgariya nivîskar va girêdayî ye. Sankî xwezaya ku jê hatiye lê bandor kiriye. Tiştê herî pê aciz bûm, doktor bi doktoriya xwe, hevjîna wî jî bi aşpêjiya xwe serbilindbûna wan bû. Îhtîmalek mezin nivîskar wê bibêje tercîha karakteran e. Lê di daweyê de nivîskar jî mêrek e û bi çavê civakê li karakteran mêzekiriye. Ez ji vê aciz bûm. Herhal niha gotinên min ev in, paşê tiştek bê bîra min ez ê bibêjim. Mala nivîskar ava be bo vê berhema hêja.”
Remzîye Oncel mafê axaftinê girt û got: “Ez jî beşdarê nirxandinên Xecê dibim. Min jî di beşa ewil de gelek zehmet kêşa. Ji ber ku nediherikî. Ya dî jî zimanê nivîskar bi min giran tê. Ez ji herêma Mêrdînê me, gelek peyvên nivîskar min qet nebihîstiye û ez fam nakim. Gelek hevokên romanê hene, ez dibêm qey ez ji dayîka xwe ya ku bes bi kurdî dizane re bixwînim ew ê tiştek jê fam neke. Ev hêla nivîskar a ku dixwaze peyvan bide nasîn, bi zanîn dixe nav romanê. Ev jî hela wî ya serkeftî ye. Beşa yekê heta 150 rûpelî ji min re zehmet bû. Lê beşa duyem herîkbar bû. Min bi hêsanî xwend. Karakterê sereke doktor xwedî jiyanek ne têkûz bû. Wî û hevjîna xwe li hev nedikir. Di rûpela 27’an de doktor dibêje ne min tu xêr ji hevjîna xwe dît ne jî wê ji min dît. Gazindên karakter di vê rûpelê da gelek hene. Bavê xwe wekî modelek serkeftî di jiyana bi diya xwe re dibîne û dibêje ez fam nakim ew çawa karin piştî ew qas zehmetiyên jiyanê dîsa li hev bin. Bi piranî jiyana mêr û jinan kiriye mijar. Ji bavê xwe re şêrgele û ji diya xwe re jî mexlesa sergerm bi kar aniye. Her nivîskar li gor xwezaya ku tê ra derbas dibe hin tiştan dihone/disêwirîne. Serborî jî di romanê de ez dibêm qey hinek hebûn. Karakterê doktor ji sêwîxaneyê dere çiya, li wir birîndaran derman dike. Jixwe roman wekî xeyal dixuye. Demek dirêj, di cihek wekî dehlê de asê dimîne û xwe bi xwe difikire. Navê romanê jî balkêş e. Dema digirî dest xwe meraqek çêdibe bi meriv re. Min nizanî ku kotra bi maneya hêlînê ye. Di dawiya romanê de pênaseya “kurdbûnê” balkêş e. Ew bi jina birîndar re vedigere bajarê xwe. Li wir zarokek sêwîxaneyê bo kuştina doktor hatiye teşwîqkirin. Lê zarok di dawiye de fam dike ku doktor kesek baş e, karê kuştinê pêk nayîne. Piştî vê rewşê ew jin, doktor û zarok dibin wekî malbatek, bi hev re jiyanek ava dikin. Ew qas dibêjim. Mala nivîskarê me ava be ku romanek wiha hêja li edebiyata kurdî zêde kiriye.”
Moderator, ji Seyîdxan Anter pirsî, gelo roman xwendiye an na? Ji ber ku li derveyî welat dijî. Wî jî got derfeta min a xwendinê çênebû. Lê min meraq kir. Ez Omer Dilsoz wekî helbestvan, bi pirtûka wî ya bi navê “Bila Gotineke Min û Te jî hebe” dinasim. Min xwest bi guhdariya we hêla wî ya romannûsiyê binasim. Dîsa jî ku pirsek di serê min de çêbe, ez ê di dawiyê de bipirsim.
Seyhan mamoste mafê axaftinê girt. “Merheba ji we re, Kek Omer tu jî bi xêr hatî. Bi rastî min gotûbêjek dirêj bi Kek Omer re li ser romanê kiribû. Hinek tecrubeya min li ser romanê heye. Gelek pirsên min bersivandibû. Niha ez ê çend pirs û nirxandinên xwe bînim zimên. Wekî hevalan jî anî zimên, karakterê romanê, doktor bi awayek monologî tiştên binheşê xwe vediguhêze xwendevanan. Rol model jî bavê wî ye. Têkiliya bav û diya xwe tîne zimên. Ev têkilî bandor li ser zewaca karakter kiriye. Jinan li ser diya xwe, mêran jî li ser bavê xwe nirxandiye. Bi rastî em çi qasî xwe jê dûr jî bidin, têkiliya dê û bavê bi piranî bandor li ser zarokan dike. Nivîskarê me jî vê bandorê bi karakter daye xuyakirin. Romanê, di cihek de mijara kurdbûnê bi xweşbêjiyek girtiye dest, lê bi piranî mijara romanê têkiliyên di navbera jin û mêran de ye. Di vê mijarê de aliyên erênî û neyînî hene. Carna tu dibêjî gelo bi çavê mêrek dixwaze şîretan li me bike, carna jî meriv vegotina rastiya civatê dibine. Pirtûk di nava xwe da bûye du beş, li aliyekî têkiliya mêr û jinê heye, li aliyê din jî şerê kurdan ê çil salî heye. Yanî ji devê doktor her tişt derdikeve. Ya din tiştê ku ji min ra bûbû meraq ez niha dixwazim bipirsim. Ez dixwazim kargoyê bipirsim. Her tim behsa kargoyek ku dê were girtin heye. Her xwendevan li gora xwe vê şîrove dike. Min di serî de wekî peyamek sîyasî fam kir. Di dawî de doktor diçe, lê hê jî behsa kargo heye. Dibe ku ez çewt bim. Ez nizanim çi wate lê hatîye barkirin. Ez dixwazim ku ev wekî pirsa min ji nivîskar be. Ya din jî navê karakteran tune ye. Mesela bo jina xwe dibêje jina nikdil min, ji ya li çiya re dibêje jinika porgijik. Heval û aqilmendê wî jî Rîşo ye. Her tim doktor bi wî dişêwire. Yanî van tiştan hemû di bin heşê doktor de ne. Wekî hevala got xwendina romanên Omer Dilsoz giran in. Lê vê carê ferhengokek jî li dawiya romanê daniye. Dikare bibêje vaye min fergok jî amade kir, êdî hûn çi dixwazin. Min di serî da gotibû, jixwe min û nivîskar gelek sihbet li ser romanê kiribû. Bila axaftina min jî ew qas be. Mala nivîskar û mamoste Ahmed KANÎ jî ava be bo ku bernameyê bi rê ve dibe.”
Ahmed KANÎ, ya te avatir mamoste Seyhan. Di gotûbêja me ya vê carê de hema bêje ji xeynê min, nivîskar û Husên mêr tune ne. Du-sê mêvanên mêr wekî Amed Çeko Jiyan, Lawkê Xerzî û Seyîdxan Anter ew jî naaxivin, ka bila mamoste Husên biaxive, ji bo ku em dengê mêrek jî di komê de bibihîzin. Kerem ke Mamoste Husên. “Ez ji nivîskar û hevalan re dibêjim hûn bi xêr hatine. Ev bû çend meh e ez ji ber hin karên xwe yên taybet ne di nava we de bûm. Lê baş bû ku ez bi dora nivîskarê me yê ku ez jê hez dikim vegerîyam nava komê. Ev ji bo min tesadufek xweş bû. Min vê romanê sê-çar meh berê xwendibû. Lê belê min hinek ji bîr kiribû. Ez duh êvarê hinek lê hûr bûm, bi du rûpel, sê rûpel ser hev ra qebaz de û nîşe girt. Jixwe hûn dizanin ku ez her gav kurt dibirim. Romanek psikolojik bû, lê bi tarzeke din mamoste derxistibû pêş. Hemû tişt di hundirê karakter de ne. Xuyaye nivîskarê me gelek lêkolîn kiriye. Psîkolojîyek navxweyî bû, lê sanki ji çar alîyan sûd girtibû, ev jî dibe ku tarzek dinê be. Karakter lihevketî bûn, lê dîsa jî dihat fam kirin. Sankî karakter afirandin jî nivîskar dabû destê doktor, wek doktor bi xwe karakteran diafirand. Ev jî zanebûneke xweş bû. Doktor bi xêra çîrokên xwe û hundirê mejîyê xwe karakteran diafirand. Doktor ji zaroktîyê heta wê gavê hemû tiştên xwe vedigot. Mekan jî baş hatibû nîşan dan. Sankî mekan di hundirê mekan de dabû nîşandan. Tiştekî din, doktor bi xwe nexweş bû. Lê nizanim nexweşîna wî ji tirsa jina wî bû an na. Nizanim wî ji jina xwe şik dikir an jina wî ji wî şik dikir. Meriv tê dernedixist, yanî nexweşekî wisa bû. Nivîskar navê 4Kotra 4Çela lê kiribû. Lê li ser du aliyan diçû, wekî başî û xerabî, şik û bawerî, mêr û jin û hwd. Nizanim çima çar. Dîsa ji hela ziman ve jî nivîskar bi du alî xwe gihandibû xwîner, hin jê pir hêsan bû, meriv xweş fam dikir, hin jî giran bû. Peyvên pir dewlemend û zehmet hebûn. Peyamên sergirtî hebûn. Dema min xwend dengê xwe tomar kir. Hevok hestîyar û şairane bûn. Ev jî hunerek xurt e. Hûn jî mamoste Omer jî dizanin ku ez ji tarzê romana psîkolojik hez nakim lê bi xêra vê hunerê min bi kêfxweşî xwend. Mala mamoste Omer ava be û ew qas mamoste Ahmed.”
Mamoste Sevgul mafê axaftinê girt: “Ez jî bixêrhatina Mamoste Omer dikim. Bi rastî ev roman jî wekî Gêjevank meriv gêj dike. Di rûpela 22’yan de nivîskar dibêje pirsên min ji tirsên min zêdetir bûn. Yanî bi tiştekî gelek xweş dest pê dike. Bi rastî jî dema li navê karakterê wî û bi kirinên wan dinêrî hev temam dikin, wekî Rîşo û jinika Porgijik… Bi navê Rîşo nivîskar mejiyê xwe yê ne zelal vedibêje. Mejî ne zelal e. Di bin mejî de êş heye. Di bin mejî de wekî îdolekî bav heye, xurtîya dê heye. Yanî bavê xwe ji xwe re dike îdol, mixabin lewaziya bav heye. Êşekî giran di nav mejiyê karakter de diafirîne. Dibêje çima, yanî di nav mejiyê xwe de tengijiyaye, dibêje ez bi kîjan zimanî dia bikim. Pir xwestiye ku xwezî, îdol û derdê xwe bi xwîneran re parve bike.
Tiştekî ku bala min kişand, çîroka qertel bû. Dibêje, piştî çil salan ew ê dîsa nikulê xwe tûj bike, baskê xwe biweşîne, xwe nû bike. Gelo em bû çil sal e, xwe li erdê dixin, tiştek bi ser naxin. Nivîskar xwestiye bi vê çi ji me ra bibêje? Yanî em çawa xwe nû bikin. Bi min ev peyamek balkêş bû. Peyamek li ser mirîşkan hebû. Bi van peyamên li ser ajelan xwestiye bala merivan bikişîne. Bi karaktera doktor hinek xwestiye qala şoreşgeran bike û hinek jî qala mejiyê xwe bike. Yanî bi rêya doktor xwestiye êşên xwe bibêje. Ger em nexweş bin kî dê me baş bike, helbet doktor. Nivîskar dixwaze bibêje ku em nexweş in lê em jî wekî qertel karin xwe nû bikin, piştî çil salan bi ser bikevin. Bi qasî ku min fam kir karakterê doktor nivîskar bi xwe ye. Dibe ku ez xelet bim lê min wisa fam kir. Yanî nivîskar diqîre, dibêje êdî bes e. Pirî ku êşa jinê giran e, dema pênase dike nikare bi nav bike, dibêje jinika porgijik. Hin caran jinê radikir, dibir ber perê ezmanan, hin caran jî jinê dixist bin erdê. Te digot, gelo dixwaze çi bibêje? Yanî jin her dem mêran li ser destê xwe didin lîstin. Pisporê her awayî ne. Jin her tim karin bi rêyek din mêra ji heş bibin. Ji çar pênc alîyê jinan ve, wan pênase kiribû.
Bi min pirtûk ne 260, ku rasterast bihata nivîsîn belbî 120 rûpel bûna. Yanî tê de gelek dubare hebûn. Dem dîyar bû. Çimkî qala facebookê dihate kirin. Peyamên ser telefona mobaylê û hwd. Yanî dem dema niha ye. Lê bi awayê dema borî hatibû nivîsîn. Mijara dîn jî hinek vegotiye. Wekî sergirtina jinê û hinek tiştên din wekî bikaranîna dîn bo berjewendiyên takekesî… Dema karakter dikeve tengasiyê hawara xwe digihîne Şêxê Geylanî. Yanî di nava dubendiyê de çûye, hatiye. Di rûpela 98’an de tiştek wekî nizanim çima xewî zû avêt dilê min hebû. Bi qasî dizanim, xew nakeve dilê meriv, dikeve çavê meriv. Ev wekî pirsek, gelo xeletî heye an na? Min sê romanên nivîskar (Ez û Min, Gêjevang û ev) xwend, bi min ya herî têr û tije Gêjevang bû. Ev di hinek cihan de dixitime, meriv têr nake. Pirî ku dubare hebû, lê hin cihan de gelek peyam hebûn, herêkbar bû. Nivîskarê me gelek berhemdar e. Lê divê hinek li ser jiyana doktor kûr bibûna ku bi qasî 100-120 rûpel bes bû. Dubarekirina tiştên rojane bikêrhatî nebûn. Xwezî hêla şoreşgerî û xwezayê bêtir derxista pêş. Jixwe bi rûpela herî dawî ya ku li ser bergê dawî cih girtîye her tiştî vekirî gotîye. Min romanê di çar rojan da xwend. Min xwest ez heta dawiyê bixwînim bo ku nirxandinên min di cih de bin. Ez ji nivîskar re dibêjim, mala wî ava ku ev berhema hêja li wêjeya kurdî zêde kiriye. Mala we hemûyan ava be ku we guhdarîya min kir.”
Beşa duyem a vê nirxandinê di rojên pêş de dê bê weşandin.