Diyarname
Evara 8'ê mehê li Silêmanî 1'emîn Festîvala Hunerî ya Silêmanî bi beşdariya gelek kesî dest pê kir. Ji Bakur, Başûr û Iraqê gelek hunermend dê di nav festîvalê de cih bigirin.
Festîval li Şanoya Romanî ya li parka Hewarî Şar ya li Silêmaniyê bi merasimek dest pê kir. Li gor nûçeya Rojnewsê, Komîteya amadekar di peyama belav kir de got ku ew hewl didin bi rêya festîvalê, çand û hunera kurdî bi cîhanê bidin nasîn. Hate gotin ku ev yekem festîvala hunerî û stranbêjî ya gelên herêmê ye.
Piştî wê koma Keçên Silêmaniyê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Piştî wê jinên dengbêj yên ji Bakur stranên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya roja yekem ya festîvalê de, koma Nîştimanî ya Çanda Iraqê, çend berhemên xwe pêşkêş kirin. Şev bi klamên dengbêjan dawî bû.
Festîval heta 11'ê mehê dê bidome.

Bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn.


