Amed
8'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê duh êvarê li Park Ormanê bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, mebûsê berê yê DEP'ê Hatip Dicle, Serokê DTP'ya Amedê Necdet Atalay, mebûsa DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, Şaredarê Batmanê Huseyin Kalkan, nûnerên Platforma Demokrasiyê ya Amedê, şaredarên din ên Amedê, endamên saziyên sivîl û bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn.
Şaredar Baydemî bi kurdî û tirkî axaftina destpêkê ya festîvalê kir, got ku wan îsal festîval diyarî Ehmedê Xanî kiriye û got ku Xanî di nav çand û wêjeya kurdî de xwedî roleke bingehîn e.
Baydemîr li ser rexneyên ku Serokwezîr Erdogan li wî kiribû wisa got: "Di demokrasiyê de rexne tiştek muhîm e, lê bersiva wê jîheye. Ger hatina Serokwezîr em bi gotineke pêşiyên kurdan bînin ziman wisa ye, 'Aqile sivik barê giran'. Plana GAP'ê ya Serokwezîr dişibe tehma kundirê ku geliyaye. Kundir dema bikele tehma wê diçe. Niha hukumet vê kundirê dikelîne, dikelîne û careke din pêşkêş dike. Lê hûn êdî nikarin vî gelî bixapînin. Tehma vê kundurê çûye."
Osman Baydemîr diyar kir ku kurd aştî û biratî dixwazin û li ser rexneyên Erdogan bi gotineke din a pêşiyên kurdan bersivan da: "Awa hat û awa çû, siwar hat û peya çû."
Mebûsa DTP'ê Tugluk jî li ser Plana Çalakî ya GAP'ê ya Serokwezîr Erdogan sekinî û got: "Ji vî gelî re dibêjin ha ji we re 12 mîlyar dolar, vîna xwe û azadiya xwe bidin me. Lê ev gel azadiya xwe nafroşe. Ji Amedê em ji Serokwezîr re
dibêjin ku hûn hemû nîmetên dinyayê bidin me emê dev ji xeyalên xwe yên zarokatiyê bernedin."
Li gor bernameyê di şeva destpêka festîvalê de divê Orkestraya Silêmaniyeyê derketa ser dikê lê ji ber ku Tirkiyeyê vîze neda wan nekarîn bên. Li ser vê yekê gel nerazîbûn nîşan da. Dûre Koroya Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derket ser dikê û stran pêşkêş kirin. Piştî koroyê hunermend Mehmet Atli derket ser dikê, lê ji ber baranê Atli konsera xwe nîvî de hişt.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
Foto: Hikmet ERDEN / DÎHA


