Yaqob TILERMENÎ
Futbol. Yanî Goga Pêyan.
Ger em ê vê hêmanê li bêjinga feylesofî, konevanî, zanyarî ango ramyarî xin, em dikarin di warê analîtîk û nirxandinî bi dehan ravekirin û şîroveyan vebêjin. Jixwe mirovên hizirpolîtîkî ev helwest bi gotar û pirtûkên qerase pêşkêşî kesên eleqedar kirine û hê jî dikin. Formulekirina 3F'yan di her serdemê de kilîda van nivîsan e. Bi xwendina van nivîsan mirov dikare bi dehan tesbîtan bipejirîne û erê bike. Lê ez gotina dawî di serê nivîsê de bibêjim çêtir e; di hemû tesbîtan de hestên mirovî yên wekî hezkirin û kêfwergirtinê di ser guhan re tê avêtin. Carnan jî, kesên futbolhez nezan û apolîtîk tên binavkirin. Jixwe gelek kes dikarin li ser destnîşankirina min a "kêfwergirtinê" zûzûka dest bavêjin pênûsê, û bi gotinên Adornoyî li ser neheqbûna min jî binivîsin.
Ez vê carê guh didim dilkutka xwe ya dengê dilê min û piştgiriyê li hizrên hişê xwe dikim û dixwazim bi çend bîranînan "Hezjêkirina Mirovî" ya herî asan a goga pêyan bi xwîneran re parve bikim.
Hezkirina min a ji futbolê digihîje salên 1980'yî. Solên reş ên lastîkî, gogeke lastîkî û eraseyek vala em jixweber (hemû kurr) digihandin hev. Pirrê caran lîstikên me bi şer û pevçûn diqediyan û birînên biçûçik ên ji ber ketinan dibûn şahidên lîstina goga pêyan. Ger piçek siûda me hebûya em ji lêdanên destên dêya xwe rizgar dibûn. Lê na, ji ber çirrîna pêlavan, ji ber gemar û toza li ser me, ji ber fetiqîna pantoran, me lêdan dixwarin. Bi ser her halî de, ez alîgirekî Fenerbahçeyê bûm û di xortaniyê de li qehwexaneyên mezin, li ber kanalên televîzyonên taybet (wekî Show, Star...) bi dayîna çend lîreyên çayên mecbûrî ji bo saet û nîvekê min dida dû hezkirineke ji dilî.
Salên 1990'î ku salên min ên xortaniya pêşîn bû, şert û şirûtên zor û zehmet ên jiyana kurdan ku wekî bayekî xurt em hemû didan ber xwe, em bi ramanên kurdewar ên polîtîkî radipêçandin. Û pergalê jî dest davêt qada futbolê, ew ji bo hizrên neteweperestî bi kar dianî. Her çiqas her kurdekî ku alîgirekî Fenerbahçe, Galatasaray û Beşîktaşê bûn, ji ber bikaranîna futbolê li dijî hebûna kurdewarî di dilê xwe de jî be, dîsa ji ber hezkirina asan a mirovî maçên futbolê dişopandin û ji bo ku nezan neyên hesibandin jî, li ber hevalên xwe bi çend gotinên qelew rexne li futbola Tirkiyeyê dikirin. Ji ber êrîşên li ser xwe, her kurdên hinekî polîtîk di lejên kûpaya Ewropa û kûpaya Cîhanê de her tim dibûn dijberê tîma neteweyî ya Tirkiyeyê. Ji ber ku her serkeftineke tîmê bi xwe re helwestên nîjadperest û hovane bi xwe re çêdikir. Li nava kuçe û kolanan bi konvoyên erebeyan, bi guleberdanê, bi tillîkên nîşana nîjadperestiyê û daliqandina ala Tirkiyeyê bi saetan û carnan bi rojan helwestên gefxwarinê arasteyî kesên nejixwe dikirin. Ev helwest ji salên 2000'î û heta niha her ku çû hîna bêtir eşkere bû. Niha jî çi kesên ku ji pergalê derb xwarine bi windakirina her maçên Tirkiyeyê re şikiriya xwe tînin ku ew maç qezenc nekirine. Helbet li ser van mînakên min gelek kes dê bibêjin, futbol bi tenê ne futbol e, ez ê jî bibêjim rast e lê bi mîlyonan mirov hene ku bi tenê ji ber hezkirinê li futbolê temaşe dikin.
Sala 2002'yan meha gulanê dema yazdeh mêr û jinek ku deh kes mamoste, yek endezyar û yek jî berendamê mamostetiyê bûn û ji ber xebatên kurdî li Qosera Mêrdînê hatibûn desteserkirin, binçavkirin, îşkencekirin û girtin, li Kore û Japonyayê tûrnûvaya 17’emîn Kûpaya Cîhanê ya FIFA’yê hebû. Û em kesên girtî ku şeş kes bûn (Yaqob Tilermenî, Kerîm Qoserî, Mikail Bulbul, Rênas Jiyan, Lokman Koçhan, Mahsum Bilen) û ji ber sedemên siyasî di girtîgeha Mêrdînê de diman, ji hêlekê ve jî me bi meraqa futbola cîhanê rojên xwe di nava çar dîwaran de derbas dikirin. Yanî em kesên polîtîk ên kurd bûn û ji hêlekê ve jî bala me li ser futbola cîhanê bû. Em li xwe neheyirîbûn û me televîzyoneke 37 ekranî ji xwe re standibû ku karibin li maçên futbolê seyr bikin. Em di saetên maçan de li ber televîzyonê rûdiniştin û wekî du kom dibûn alîgirên du tîmên di lejê de. Brezîlya bûbû yekemîn, Almanya duyemîn û Tirkiyeyê jî sêyemîn. Mîrê golavêtinê jî Ronaldo bû, û heşt gol avêtibûn. Hasilî; mêran mêr dikuştin û Sînemê jî hûr dişûştin: Hemû hez kir, heval û hogirên me yên li derve di tatola girtina me de bûn û me jî bi goga pêyan kêfa gurê manco dikir(!)
Ez jî kesek ji wan mirovan im ku bi kêfeke bêpayan li maçên kûpaya Ewropa û kûpaya Cîhanê temaşe dikim. Digel ku nema dişopînim, hê jî alîgirekî tîma Fenerbahçeyê me. Vê nivîsê jî li pêşberî televizyonê dinivîsim ku kêfeke bêpayan ji maça Galler û Danîmarkayê werdigirim bi 4 golên Danîmarkayê. Wekî alîgirekî Îtalyayê bi miraq li hêviyê me ku tîma Avusturyayê têk bibe…*
Dixwazim nivîsa xwe bi bîranînekê biqedînim ku ev hê jî di jiyana min de berdewam e. Hevjîna min a helbestkar Dîlber Hêma ji bîst salan û vir ve ye li temaşekirina min a kûpayên Ewropa û kûpayên Cîhanê heyirî dimîne û di her serdemê de gotinên xwe, “Ma tu ji van maçan têr nebû?..” dubare dike û ez jî bi gotinên xwe yên nîvşermokî her carê dibêjim, “Ez ji van maçan pirr hez dikim...”
Dibe ku ez fikra Dîlber Hêmayê ya bêwatebûna temaşekirina min a bi saetan a li futbolê fam nakim û ew jî hezkirin û kêfwergirtina min a ji futbolê fam nake. Kî ji me mafdar e ango kes ji me ne mafdar e, dikare bibe kilîda nirxandina futbola ku bi mîlyaran mirovan bi dû xwe de dikişkişîne.
Ger goga pêyan nebûya, min ê çawa ew qas êş û serhatî li dû xwe bihiştana? Ev pirs jî ji bo rexne û nirxandinan deriyekî vekiriye. Ji lewre bê hesab û kitêb ji futbolê hez dikim û kêfa ji ber wê jî bi gelek tiştên jiyanê nadim.
Nîşe: Spasdarê Diyarnameyê me ku her roj teqwîma saeta lîstinê û tîman dide. Bi saya wê jî amadekariyên temaşekirinê dikim.
26.06.2021/Vevey, Swîsre
*Têbiniya Diyarnameyê: Piştî ev nivîs hat nivîsandin bi çend saetan maça Avusturya û Îtalya hatin lîstin û Îtalya dideqîqeyên zêdek de bi 2-1 bi ser ket.


