Diyarname
Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) a tirk li temaşevanên televîzyonan hin agahî dan hev. Li gor îstatîstîkan jin ji mêran zêdetir li bernameyên agahî-şahî, rêzefîlm, bernameyên jinan, realite show û magazînê temaşe dikin.
Vane hin daneyên ji rapora RTUK'ê:
- Di nav kesên herî zêde li bernameyên nîqaşa temaşe dikin de kesên bi ser temenê 55'an de di rêza yekemîn de ne.
- Yên bernameyê zanîn û şahiyan temaşe dikin ciwanên di navbera 15-24'an de di rêza yekemîn de ne.
- Di temaşekirina rêzefîlman de jî temenên navbera 15-24'an di rêza yekemîn de ne.
- Herî zêde kesên bi ser temenê 55'an de li bernameyên jinan temaşe dikin.
- Yên li bernameyên magazînê temaşe dikin temenê di navbera 15-24'an de di rêza yekemîn de ne.
- Yên li Realite Show temaşe dikin jî temenê bi ser 55'an di rêza yekemîn de ne.
- Herî zêde kesên li Stenbolê dijîn li bernameyên magazînê û talk showê temaşe dikin.
- Yên zêde li bernameyên jinan temaşe dikin Îzmîr di rêza yekemîn de ye.
-Yên herî zêde li rêzefîlman temaşe dikin de jî Enqere di rêza yekemîn de ye.