Amed
Festîvala 'Sûrfestê' ku ji aliyê KASED'ê ve dihat organîzekirin bi çalakiya dawî ya vê êvarê bi dawî bû.
'Sûrfest' 29'ê meha borî li navçeya Sûra Amedê dest pê kiribû. Çalakiya dawî ya Sûrfestê li Qonaxa Cemîl Paşa li dar ket. Di çalakiyê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir, endamên saziyên sivîl û saziyên çandî amade bûn. Seroka KASED'ê Saliha Ayata got, "Di vê festîvalê de armanca me ew bû ku gel xwe bigihîne xebatên çandî, bi taybetî jî xebatên jinan. Ji bo xwedîlêderketina çanda kurdî, zimanê kurdî ewê têkoşîna me bidome. Bijî çand, ziman û hunera kurdî."
Koma Erbaneyê ya Rîtmî ya KASED'ê ji bo Narîn Guran a hate kuştin performansek peşkeş kir.
Dûre defîleya kincên kurdî lidar ket û herî dawî bi konsera Jin MA'yê Sûrfest bi dawî bû.
***
Nûçeyên Eleqedar:


