Enqere
Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattin Demirtaş bi Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul re hevdîtineke pêk anîn.
Piştî hevdîtina ku li Koşka Çankaya pêk hate de Demirtaş ji bo rojnamegeran got: "Ji ber ku baweriya me ew e em di nav pêvajoyeke dijwar a siyasî de ne me dîtinên xwe ji bo Birêz Serokomar anîn ziman."
Demirtaş bibîr xist ku wan biryar daye di 1'ê kewçêrê de herin meclisê got: "Li ser beşdariya me ya xebatên meclisê Birêz Serokomar dilşadiya xwe anî ziman."
Li ser pirsekê jî, Demirtaş got ku nîqaşeke wekî sondxwarin, yan nexwarin nîn e, emê sond bixwin û beşdarî xebatan bibin.
Her wiha sibê jî dê Serokê Meclisa Tirkiyeyê Cemil Çiçek here Navenda Giştî ya BDP'ê serdana wan.
Dîsa dê heyeta BDP'ê sibê li meclisê bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu re jî hevdîtineke pêk bîne.


