Silêmanî
Li Hola Otel Ramada ya Silêmaniyê 2'emîn Festîvala Gelawêjê bi tevlîbûna nivîskar, hunermed, wêjevan û siyasetmedaran dest pê kir. Wê festîval 3 rojan berdewam bike.
Endamê Meclisa Bilind a Siyasî ya Berjewendiyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar di destpêka festîvalê de axivî. Her wiha peyama Wezareta Rewşenbîrî, Şandeya Rewşenbîrên Ereb û Îranê jî hate xwendin.
Mele Bextiyar diyar kir ku nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê dereng ketiye û got ku piştî 30 salên hikumraniyê li ser çi rawestiyan?
Piştre çend helbestên bi kurdî, farisî û erebî hatin xwendin. Koma Ajûwan ku ji Sine hatibû jî bi stranên xwe tevlî festîvalê bû.
Bi vekirina Pêşangeha Pirtûkan a li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê roja yekem a festîvalê bi dawî bû.
Wê festîval di rojên di saet 09.30’an de destpê bike û heta saetên êvarî berdewam bike.