Diyarname
Di La Lîgayê de ji bo vê serdemê îro maçên dawî hatin lîstin. Atletico Madrîdê ku di rêza yekemîn de bû tîma Real Valladolid bi 2-1 têk bir û bû şampiyon. Tîma teknîk dîrektor Diego Simeone piştî sala 2014'an carek din di La Lîgayê de bû şampiyon. Li ser navê Atletico Madrîdê Angel Correa di deqîqeya 57'an, Luis Suarez jî di deqîqeya 67'an de gol avêt.
Real Madrid jî îro li hemberî Villarrealê bi 2-1 bi ser ket lê fêde neda. Real Mardîrê lîg wekî duyemîn, Barselonayê wekî sêyemîn temam kir.
Real Madrîdê piştî sala 2009-10'an yekem car bêyî ku kûpayeke bi dest bixe lîg temam kir.
Di La Lîgayê de Huesco (34 pûan), Real Valladolid (31 pûan) û Eibar (30) pûan ji lîgê ket, sala bê dê di Lîga 2'yemîn de bilîzin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Li La Lîgayê îro, li Ligue 1 sibê şampiyoın diyar dibe