Enqere
Îro li Tirkiyeyê di nav TSK'ê (Hêzên Çekdar ên Tirk) de erdhejek pêk hat: Serfermandarê Artêşa Tirk Işik Koşaner, Serfermandarên Hêzên Bejayî Erdal Ceylanoglu, Serfermandarê Hêzên Behrê Eşref Ugur Yigit û Serfermandarê Hêzên Hewayî Hasan Aksay îro bi hev re îstîfa kirin.
Hate gotin ku Koşaner gotiye "Li ser pêdiviyê" îstîfa kiriye. Ajansa Anadoliyê (AA) ku ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyeyê re pêşî nûçeya "Koşaner îstîfa kir" weşand, piştî nîv saetê nûçeya xwe rast kir û got: "Koşaner xwestiye bibe malnişîn."
Bi îstîfaya wan re lûtkeya jorîn a serfermandariyan vala bû. Wekî her sal îsal jî di 1'ê gelawêjê de civîna serfermandaran YAŞ tevî serokwezîr û rayedarên din hebû. Di vê civînê de serfermandarên ku dema malnişiniya wan hatiye peywira xwe teslîmê yê bin xwe dikin, yên ku ji leşkeriyê bêne avêtin biryara wan tê girtin û pêdivî bi ji nû ve sazkirinek hebe tê kirin. Niha bi îstîfaya wan re rewş hinek tevlihev bû lê serokwezîrî gaveke lezgîn avêt jî:
Pêşî Serfermandarê Giştî yê Cendirmeyan Nejdet Ozel kir orgeneral û kir Serfermandarê Hêzên Bejayî, dûre jî ji wê derê peywira wî berjortir kir û ew kir Wekîlê Serfermandarê Giştî yê Artêşê. Bi vî şiklî, di civîna YAŞ'ê de dê Nejdet ozel hem wekî Serfermandarê Giştî cih bigire, hem jî civînê bi rê ve bibe.