H.Kovan Baqî
Eyşana Beravî vedike deriyê romanê û rêwîtiya bêdawî dest pê dikê
- A ez ji te re bibêjim xwarzê, êdî hema carekê diçin cem şivên û jê re dibêjin, “Tu bi gora mirîyên xwe dikî tu yê ji me re bilûrînî!” A ji wê rojê vir ve lûra me dibe bilûr.(rp.12)
Şivanek li paleke xeybanî bilûrê dilûrîne, akûstîka polîmorfîk dest pê dike, gavanekî li bin darê razayî xewnan dibîne û romana Bihuşta Xezalan, ji taliyê ber bi destpêkê ve dest bi geştguhêziya xwe dike.
Teşiya zemên di destê Pîresêrê de, tilîkên ji zemên pîrtir wê li qotê çokê bi cî dikin, çok dibe pişta gê û teşîdinya ber bi bêbinîbûna xuliqîna sûc ve digindirînin. Tilî dibin teriya masî, wê dehf didin û şopa sûcdariyê teqdîs dikin. Masî çar caran dide qelevîzkan, teşîdinya çar caran bi çar tiliyan tê dahfdan û cara diduyan pêktê sûcê xuliqînê. Na, tiştek du daran pêknayê. Heke du caran tiştek pêk bê, li dewsa du caran carek dimîne û carek tim ji xwe zêdetir e, ji xwe wêdetir û dîtir e. Erê, xuliqîna ewil pêktê, teşîdinya doş dibe li valahiya gerdûnê û em dibin ehlê sergêjiyê.
Diperçive zikê epîkê û bihuşteke zindî jê dizê.
Ji kêçê çarox çêdikir. (rp.14) Loma li gerdûna metnê, çaroxê rahiştiye lingên dinyê û ne dinya dizane bê ka çarox wê dibe ku derê, ne ez, ne em, ne xwendevan, ne nivîskar – hela tew sînorê nava xwendevan û nivîskar rabûbe, ronahî vemirî be û xumamiya bi efsûn bûbe desthilatdar. Belê belê, Eyşana Beravî kursiya nivîskar ji bin kişandiye, rol jê stendiye yan vediziye û daye devekî xumam. Carcaran wî devê çîrokbêj, li ciyê kesê sêyem bi cî dike, feqet hîle û deka mezin di vir de dike; lewra gava devê çîrokbêj li ciyê kesê sêyem bi cî dike, wekî mehfûreke bi sêr cî ji bin çîrokbêja(zayend bi xwe jî ne di çepera bawerîyê de ye) sêyem dikişîne û dev bixwe jî nema zane bê ka ew devê kê ye – yan jî nivîskar xwestîye em bêjin qey welê ye.
‘Helbûkî Hesenîkê gavan e sersebebê sazbûna vê efsûna çîrokê, nesabitiya rolê û pirengiya bihuşta êş û xweşiyê. Lê lêêê Xezalêêê, bi serê bedewbûna te ya xeybanî dikim, ne ji sêrên pîresêrê, tu ji neqeba xewn û lewnên Hesenîkê gavan tê, me digerîne li çarnikalê gerdûna çîrokê û em dixeriqin bi cezba lûrelûra bilûrê, li neqeba efsûnî ya Bihuşta Dinyayî û Bihuşta Xeybanî…
Sîya bîyan xwe avêtibû ser çem, çem di bin sîya xwe de fetisandibû. (rp.25)
Gava çem di bin siyê de difetise, herikîna çem a ‘esil dest pê dike. Fetisîn herikînê dinixumîne, nixumandin çemê dinyayî ber bi çemê xeybanî ve diherikîne û ez (xwendevan) dimîne li wê palê, li miqabilî efsûna xweşiyê devjihevçûyî, çavê min û me dimîne li ser siya biyan ya li ser çem razayî û hişê me yî hîpnozbûyî me diterikîne, bi çemê nixumî re diherike, diçe tevî çemê xeybanî dibe. Loma dengê gupe gupa dilê Xezalê bi hewara dilê min û me ve tê.
Li wira bû, li hember wî; lê di heman demê de jî li cîyê herî dûr.(rp.76)
Dûrbûn hingî nêzîk dibe, nêzîkbûn ji dûrbûnê dûrtir dibe.
…Hesenîkê Gavan ji xew şiyar dibe û çîrokên Bihuşta Xezalan hîn nû dest pê dikin!
- Bihuşta Xezalan / Eyşana Beravî / Roman / Weşanên Lîs


