Diyarname
16'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî îsal bi diruşma "Dikare bikeve kîjan kadrajê?" îro dest pê dike. Merasima destpêkirina festîvalê roja 1'e gulanê êvarê saet 20.00'an de bi ser kanala Youtube li dar dikeve. Merasima destpêkê dê Volkan Yosunlu bi rê ve bibe; Kamer Rumelî wekî mêvan beşdar bibe û Ezhel, Bogazîçî Caz Korosu, Omar, Anchorus Çoksesli Korosu dê muzîka xwe pêşkêş bikin. Her wiha fîlmê derhêner Carlos Cazurro ê bi navê "El Cielo Es Nuestro Techo" (Sînorê Me Asîman e) wekî fîlmê destpêkirina festîvalê dê bê nîşandayîn.
Festîval îsal jî ji ber pandemiyê wekî online li dar dikeve û di vê çarçoveyê de bi dehan fîlm û belgefîm têne pêşkêş kirin.
JI GELEK WELATAN FÎLM HENE
Ji Şîlî, Japonya, Kirgizistan, Swîsre, Tirkiye heta Almanyayê ji gelek welatan film hene. "Lenin... The Train", "Kuçuk Şeyler" (Derhêner Kivanç Sezer), "Kizkardeşler" (Derhêner Emin Alper) "Bu da mi gol degil?" (Derhêner Feyzi Baran, Kamil Kahraman), "Dur Bak Dinle Geç" (Derhêner Muhammed Gunaydin), "Nae Pasaran" (Derhêner Felipe Bustos Sierra), hin fîlm û belgefîlmên ku di nav bernameyê de ne.
KURTEFÎLMÊN BI KURDÎ
Hin kurtefîlmên bi kurdî jî di nav bernameyê de hene. "Înşaattakî" (Derhêner Dogan Belge), "Qulfik" (Derhêner Abdullah Çeper), "Vaveyla" (Derhêner Birhat Temel), "Yeryuzu Ayaklari" (Derhêner Umit Guc) hin ji wan in.
Heta 9'ê gulanê yên bixwazin dê bikaribin li ser hesabê festîvalê yê youtube re li fîlman temaşe bikin.
Vaye hemû bername:


