Yêrîwan
Rewşenbîr û nivîskarê kurd Heciyê Cindî di sedemîn rojbûna xwe de li Yêrîwana Ermenistanê hat bibiranin. Gelek nivîskar beşdarî çalakiya bibîranînê bûn.
Heciyê Cindî di sala 1908'an de li gundê Amançayir a girêdayî Qersê hatiye dinê, di sala 1990'î de jiyara xwe jidest daye. Ji bo rojbûna Heciyê Cindî Akamediya Wêjeyê ya li Yêrîwanê bi beşdariya gelek nivîskar, rewşenbîr û helbestvanî çalakiyeke hate li dar xistin. Di çalakiyê de li ser jiyana Cindî hate sekinînin, qala berhem^ne wî hate kirin û ew hat bibîranîn.
Nûnerên saziya Şewra Gelê Kurdên Ermenistan, Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê, keça Cindî Ferida Cewarî, nivîskarên kurd û ermen beşdarî çalakiyê bûn.
Ji ANF'ê hatiye girtin
***
Nivîsên eleqedar: