Diyarname
Ziman Samî Tan ji destpêka salên 90’î ve ked dide ziman. Di rojnameya Welat de dest bi kar kir û ji wê rojê de hem keda wî ket ser gelekên di rojnameyê de xebitîn, hem keda wî ket nava zimanê kurdî. Dîsa di avakirina DÎHA'yê de cih girt, demek dirêj Serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kir... Tan ku niha li Amedê dijî û xebata xwe ya li ser ziman didomîne me vê mehê kir mêvanê Portreya Mehê. Me xwest ew ji bo me qala xwe bike. Fermo gotin ê Samî Tan e:
***
Ez di sala 1965'an de li gundê Axçelîyê yê ser bi Kolika Semsûrê ve hatime ser rûyê cîhanê. Zarokatîya min heta 9-10 salîyê li vî gundî derbas bû. Bavê min ji vî gundî bû, lê dêya min ji Hûrîga çiyê bû (Hûrîga deştê jî heye), pirî caran em diçûn vî gundî jî. Bi kurtasî bavê min deştî, dêya min çiyayî bû. Bavê min ji êşîra Mirdês e (eşîra Apê Osman Sebrî). Ji mala bavê min ra dibêjin, mala Sofî Hesen. Dêya min keça Emînê Hesbêrê ye. Ew bi xwe malmezinên gund bûn. Hûrig li quntara Çiyayê Bêlî (1) e. Ew ji Gexteya Kevn (2) hatine û wan bi xwe gundê Hûrîgê ava kiriye. Jiyana li her du gundan jî xwerû bi kurdî bû. Lê di navbera kurmancîya her du gundan da hinek cudatî hebûn. Bo nimûne, me digot, “Guri mi nake”, xalanê min digot, “guli min nake” (3). Hê wê demê jî van tiştan bala min dikişand.
SERDEMA ZANÎNGEHÊ
Di sala 1974'an da me mala xwe bar kir, em pêşî hatin Tersûsê, paşê jî li Mêrsînê bi cih bûn. Min li Mêrsînê dest bi xwendinê kir; min dibistana seretayî, navincî û amadehî li vir kuta kirin. Di sala 1986'an da min Beşa Dîrokê ya Peymangeha Fen û Edebiyatê ya Zanîngeha Bogazîçî kar kir û ez hatim Stenbolê. Di sala 1993'yan da zanîngehê dev ji min berda (ji ber du waneyên matematîkê ez jê hatim avêtin). Lê berî ku têkiliya min ji zanîngehê qut bibe, di sala 1992'yan wekî pardemî ez diçûm alîkarîya hevalên rojnameya Yenî Ulkeyê, min ji wan ra hinek nûçe ji îngilîzî werdigerandin.
SERDEMA WELATAN DEST PÊ DIKE
Di tîrmeha 1993'yan da bi awayekî profesyonel di rojnameya Welat da min dest bi kar kir. Piştî ku di sala 1994'an da ev rojname hate girtin, min di beşa nûçeyên derve ya rojnameya Ozgur Ulkeyê da dest bi xebatê kir. Di sala 1994an da rojnameya Welatê Me dest bi weşanê kir, ez jî dîsa vegerîyam rojnamegerîya kurdî. Di sala 1996'an da rojnameya Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Pêşî wekî edîtor, piştî 1997'an jî wekî Gerînendeyê Giştî di vê rojnameyê da kar. Demekê jî wekî Koodînatorê Giştî yê Koma Weşanên Welat (Azadiya Welat, Pîne, Weşanên Welat) min kar kir. Di avakirina Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) da wekî berpirsê karên nivîsaran û serokê beşa kurdî min cih girt. Di sala 2002'yan em li Amedê bi cih bûn, heta sala 2005'an ez li Amedê jiyam. Hingî di amadekirina konferansên ziman û wêjeyê yên Şaredarîya Bajarê Mezin ê Amedê da min xebat kir.
SERDEMA ENSTÎTUYÊ
Di sala 2005'an da îcar min Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest bi xebatê kir, di sala 2007'an ez bûm Serokê Enstîtuya Kurdî, çend serdeman min wekî serok û hevserok di vê sazîyê da kar kir. Her wiha di vê demê da me xebata Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) da destpêkirin, demekê min di rêveberîya TZPKurdî da jî cih girt. Dema ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 2016'an da hate bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê da (KHK) hate girtin, ez hevserok bûm.
DESTPÊKA TÊKILIYA BI KURDÎ RE
Têkiliya min û kurdîya nivîskî hê ez li dibistana navincî bûm, dest pê kir. Cara pêşî Mem û Zîna Ehmedê Xanî ya ku M. Emîn Bozarslan amade kiribû bi dest min ket, ji wê pirtûkê hînî tîpên kurdî bûm. Piştî wê jî bi kurdî çi bi dest min diket, min dixwend. Pê ra jî min li gorî xwe bi kurdî “helbest” dinivîsandin. Dema ez hatim Stenbolê lênûskeke min a tijî reşbelekên helbestan hebû. Paşê min ew lênûsk çirand û avêt, ji ber ku ew helbest ne bi dilê min bûn. Min hingî helbestên xwe bi nasnavê “Qeda” dinivîsandin. Yekemîn nivîsa min jî berî ku ez dest bi rojnameyê bikim, di sala 1992yan da bi vî navî di rojnameya Welat da hate weşandin. Ew nivîseke mîzahî bû, ez û birayê xwe li Mêrsînê çend rojan di bin çavdêrîyê da mabûn li qereqola dema Demîrel, min qala wê serpêhatîyê dikir. Hingî Demîrel gotibû, “dê dîwarên qereqolan ji camê bin” min henekên xwe bi vê gotinê kiribûn. Piştî ku min ew nivîs di rojnameyê da dît, ez gelekî kêfxweş bûm. Têkiliya min bi kurdî ra xurtir bû. Helbet, ji bo min xwendina li Bogazîçî şansek bû, ji ber ku li pirtûkxaneya vê zanîngehên çend pirtûkên bi kurdî hebûn (Memê Alan, Tekstên Kurdî û hwd.) û min ew pirtûk xwendin.
PIŞTÎ SALAN DÎSA ZANÎNGEH
Serpêhatîya min a xwendina zanîngehê jî balkêş e; piştî ku di sala 1993'yan min û zanîngehê me dev ji hev berda, heta sala 2010'an êdî derfeta vegera li zanîngehê bi dest min neket, jixwe ew tişt êdî ne li ser bala min jî bû. Lê, di sala 2010'an de min li Zanîngeha Stenbolê dest bi Beşa Ziman û Wêjeya Farisî kir, di sala 2014'an da jî min ew beş kuta kir. Pê ra jî min Beşa Zimannasîyê xwend û li dû wê jî min Zanîngeha Artûklûyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da xwendina lîsansa bilind a bitez kuta kir. Her wiha min dest bi xwendina lîsansa bilind a beşa ziman û wêjeya farisî jî kir, lê ew nîvco ma;, ders qediyan, lê min tez nenivîsand.
BÎRANÎNEK JI SALÊN 90'î
Salên 90'î ji bo me tijî serborî û serpêhatîyên xweş û nexweş bûn. Bo nimûne roja ku ez ê bizewicim, rojnameya Ozgur Ulke hate bombekirin û hevalê me Ersîn Yıldız hate şehîdkirin. Xebata wê demê di gel hemû pest û pêkutîyan jî xweş bû. Rojnameya Welat û peyrevên wê wekî dibistanekê bûn, ji her çar parçeyên welêt kes beşdarî xebatê wê dibûn, hişmendîyeke xurt a parastin û bipêşvebirina kurdî hebû, ew hişmendî berî her tiştî dihat. Ji bo vê yekê jî têkilîyên me bi hemû kurdînûs û kurdîhezan ra hebûn. Dubendî û nakokîyên siyasî li ber danûstandina kurdîhezan nedibûn asteng. Ew jî tiştekî pir xweş bû.
Berhemên min:
1- Waneyên Rêzimanê Kurmancî -2000
2- Şer Giran e, Ne Karê Henekan e- 2003
3- Rêzimana Kurmancî-2015
4- Analîza Du Xebatên Destpêkî yên Rêzimana Kurmancî- 2019 (Teza Lîsansa Bilind)
5- Seta pirtûkên fêrkirina kurmancî: Hînker û Hînker Kurmancî (Tevî Ronayî Onen)
Werger û edîtorî
1- Manîfestoya Partîya Komunîst
2- Kapîtal Manga
3- Pirtûka gotarên “Konferansa Zimanê Kurdî” (Amadekar)
4- Edîtorîya Kovara Zend
Not:
1-Di nava gel da navê vî çiyayî, Çiyayê Bêlî ye, lê îro ji ber peykerê li serê, wekî Çiyayê Nemrûd tê nasîn.
2-Gexteya Kevn, îro navê xwe daye Kolikê, berê bi tenê Kolik gundek bû. Niha Gexte ji ber Kelaya Nû wekî Kocahisar hatiye binavkirin û wekî gundekî maye.
3-Bi gotina min nake, guh nade gotina min.
Tan di serdema rojnameyê de ligel gelke kesî xebitî. Hin ji koma Azadiya Welat: Samî Tan, Bekir Kaya, Cemil Oguz, Davut Ozalp. Salih Turan