Diyarname
Kovareke din a nû, kovareke cuda û xweşik li kovarên kurdî zêde bû: "Kurdeçîrok". Kovara Kurdeçîrok tenê li ser weşandina çîrokan xebata xwe dê bidomîne.
Heta niha kovareke bi kurdî ku li ser çîrokan tenê weşan dikir tune bû û vê valahiyê niha kovara Kurdeçîrok dê dagire. Kovarê vê biharê bi hejmara xwe ya yekemîn silav li xwendevan û çîrokhezên kurdî kir. Kovar dê sê mehan carek derkeve.
Xwedî û edîtorê kovarê çîroknivîskar Mehmet Dîcle, berpirsiyara nivîsaran Eda Aydogdu ye û Lijneya Weşanê jî ji van kesan pêk tê: Xezal Redkanî, Ronya Çalî, Mehmet Dîcle.
Edîtorê kovarê Mehmet Dîcle di nivîsa edîtor de wisa gotiye, "Kovareke çîrokan xeyala min û hevalên min bû ên ku me bi hev re dil da vî karî û bi hev re dest pêkir. Me di serî de xeyala xwe bi dengekî ku tenê me bihîst bilêv kir, paşê her ku me ji hevalên xwe yên ku wan jî wek me bawerî bi mûcîzeya çîrokê anîbûn re qal kir û her ku wan ji me re got, ev xeyala min bû jî, em wêrektir bûn."
Ji bo armancên kovarê jî ew dibêje "Yek ji armancên sereke yên KURDEÇÎROKê ev e ku ji hemî kesên dildarê çîrokê re bibe pencere" û wiha didomîne, "Armanceke me ya din ev e ku kovara me bibe dibistana çîroka Kurmancî û em bibin hevalê kelecana nivîskarên nû. Pênûsên nûhatî li vir yekem çîrokên xwe binivisîn, li vir guh bidin çîroknûsên beriya xwe û çîrokên dunyayê bi rêya wergerê ji Kurmancî bixwînin. Bo vêya jî em ê girîngiyê bidin nivîsandina bi kurmancî, heval û ciwanên xwe bo nivîsandinê teşwîq bikin."
Di vê hejmarê de nivîsên van kesan weşandine: Fûad Temo, Franz Kafka, Bajar Mîrzeman, Lokman Ayebe, Îrem Uzunhasanoglu, Erdal Oz, Anton Pavlovîç Çexov, Mem Med, Bilalê Xerzî, Dana Fayeq, Baha Khan, Katherine Mansfield, Xezal Redkanî, Ernest M. Hemingway, V. Sudheer, Burhan Tek, Celal Elehmed, Kenan Ornek, Amed Çeko Jiyan, Mem Xerzan, Wolfgang Borchert, Guy de Maupassand, Ferit Sertkaya, Alan Dojeh, Leyla Polat, Taniela Fischerova, Mehmet Şarman.
Li aliyê din hevpeyînek ku Majlis Qvickstrom ligel Astrid Lindgren kiribû jî hatiye weşandin. Wekî din bi navê "Nivîskarên Çiya Mazî", nivîskarên ku Çiya Mazî ji wan hez kirine wî bi xwe rêz kirine.
Ji bo têkilî û xwestinê:
+90(505) 913 2684
kurdeçirok@gmail.com


