Diyarname
Mebûsê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku ew di civîna Koma Meclisê de dê biryar bidin ku herin meclisê yan na.
Civîna Koma Meclisê ya BDP'ê 27'ê vê mehê roja sêşemê ye. Kurkçu jî diyar kir ku di wê civînê de dê diyar bikin ku herin meclisê yan na.
Blok ku niha ji bo amadehiya Tevgera Kongreyê xebatê dike ji bo vê yekê li Piraye Resturantê civînek li dar xist. Mebûsê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, mebûsê Stenbolê Levent Tuzel, enramê Komîsyona Amadehiyê ya Kongreyê İbrahim Çiçek, nivîskar Demir Kuçukaydin û Yalçin Yusufoglu û nûnerên beşdarên kongreyê amade bûn.
Kongreyê ji bo xebatan Tirkiye wekî 20 herêm par ve kiriye û li gor vê xebat daye pêşiya xwe. Navenda van 20 herêman jî Enqere, Stenbol û Îzmîr diyar kirine.
Di civînê de Kurkçu diyar kir ku Kongre ligel gelek herêmên din li Herêma Behra Reş jî xebatên xwe gur kiriye û divê li wê derê jî bigihîje encamê. Kurkçu li ser çûyîna meclisê ya BDP'ê jî wisa got: "Roja 27'ê mehê li Amedê emê civînê li dar bixin. Çûyîna meclisê digel kongreyê ji bo mebûsên girtî jî gelek girîng e. Têkoşîna ku li derve em didin divê li meclisê jî em vê têkoşînê bidin û bilind bikin."


